Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Emran Emekçî ve hat kirin.

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku nêzî 2 sal in agahî jê nayê girtin, hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Zêdeyî 19 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin.Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Lê daxwaza hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan bi mehan şûnde, diyar dikin cezayê disiplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê nikare hevdîtin bike.

Herî dawî piştî qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 13’ê Nîsanê ku di 18’ê Cotmehê de bi dawî bû, hat zanîn ku ev qedexe 6 mehên din jî jixweber hatiye dirêjkirin.