Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersîvek erênî bide, dê parêzer sibê karibin biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 638 roj berê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran heta niha 176 caran seri li rayaran da, lê her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran red kir û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.