Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li serdozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li serdozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.