Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin ku ev 40 meh in bi tu awayî jê agahî nayê standin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê re serlêdaneke nû kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin. 

Parêzêran ji bo hevdîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Vaysî Aktaş jî serlêdan kirin.