Parêzera Îranî Sotoudeh li Tehranê di çalakiya rûniştinê de ye
Parêzera Îranî Sotoudeh li Tehranê di çalakiya rûniştinê de ye
Parêzera Îranî Sotoudeh li Tehranê di çalakiya rûniştinê de ye
Parêzvana mafên mirovan û jinê ya Îranî parêzer Nasrîn Sotoudeh, ji bo cezayê dadgeha Îranê ya 3 salan qedexeya kar daye wê şermezar bike, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Sotoudeh ragihand ku ew ê biryara dadgehê temyîz bike û li ber Baroya Îranê ya li Tehranê ji sibeha Sêşemê û vir ve çalakiya rûniştinê lidar dixe.
Sotoudeh diyar kir ku li ser daxwaza Girtîgeha Evîn dadgeha li Tehranê ew ceza kiriye û hişyarî da ku cezayê hatiye dayîn rêya bêbandorkirina parêzeran e.
Nasrîn Sotoudeh di sala 2011'an de bi sûcdariyên, çalakiyên gefê li ewlekariya rejîma Îranê dixwe û li dijî rejîmê propaganda dike, bi 6 salan hatibû cezakirin. Di encama zextên navneteweyî de Sotoudeh piştî 3 salan ji girtîgehê hatibû berdan. Di destpêka vê mehê de jî, bi armanca protestokirina çeteyên DAIŞ'ê û piştgirîdayîna gelê Kobanê, ji greva birçîbûnê ya 2 rojan a 14 rewşenbîran, pêşengî kiribû.
Sotoudeh a ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan û azadiya ramanê, di sala 2012'an de hêjayî xelata Sacharov a Yekîtiya Ewropayê hat, ji ber ku di girtîgehê de nebû, nekarî xelatê werbigire.