Parêzer Bîlmez: Muwekîlê me Ocalan di bin rîskeke mezin de ye
Parêzer Bîlmez: Rêzdar Ocalan ji ber temen û hin nexweşiyên wî yên kronîk ên bêhstendinê, him jî ji ber ku 21 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, li ser wî rîskeke mezin heye.
Parêzer Bîlmez: Rêzdar Ocalan ji ber temen û hin nexweşiyên wî yên kronîk ên bêhstendinê, him jî ji ber ku 21 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, li ser wî rîskeke mezin heye.
Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê di dema şewba koronayê de wan ji ber bêhiqûqiya li Îmraliyê rapor ji CPT’ê re şandine û bal kişand ser vî tiştî ku tecrîda 21 sal in didome, ji bo ceza û tolhildanê tê kirin. Bîlmez diyar kir ku Ocalan ji ber ku 71 salî ye û nexweşiyên wî yên bêhnstendinê heye, di bin rîskeke mezin de ye.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku di dema şewbê de jî wan ji muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nestendiye û daxwazên wan ên hevdîtinê bêyî hincet tê redkirin, li hemberî vê bêhiqûqiyê di 16.04.2020’an de raporek ji CPT’ê re şandine. Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku him li hemberî xetereya koronavîrusê, him ji bo tevdîrên li Îmraliyê û him jî ji bo ku ew rewşa tendirustiya muwekîlên xwe agahdar bibin, wan serî li saziyên pêwendîdar ên hiqûqê dane lê hemû daxwazên wan hatine redkirin. Bîlmez diyar kir ku ji dêvila odeyên hevdîtinê yên rû bi rû, ji odeyên girtî bi rêya telefonê dikarin bi muwekîlê re bicivin. Bîlmez ji ANF’ê re axivî.
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NE JI BO TENDIRUSTIYÊ JI BO TOLHILDANÊ YE’
Şewba koronavîrusê rewşa xeran a girtîgeyên li Tirkiyeyê xerabtir kir. Di serî de rêzdar Abdullah Ocalan we ji bo muwekîlên we yên li Îmraliyê, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li CPT’ê dan. Pêwistî çi bû?
Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê wekî ku ji destpêkê ve em dibêjin, tê wateya bêhiqûqî, îzolasyona û nestendina agahiyan. Îzolasyona li vê derê ji tevdîra tendirustiyê ya piştî Covîd-19’ê ya wekî îzoloasyona tê zanîn gelekî cihê ye. Li Îmraliyê 21 sal in tecrîdeke giran heye, ev ne jî tendirustiyê lê ji bo cezadayîn û tolhildanê tê kirin.
‘PERSONEL TÊN GUHERTIN JÎ DIBE KU BI KORONAVÎRUSÊ KETINE’
Tê diyarkirin ku li Girava Îmraliyê bi sedan personelên leşkerî û sivîl hene û ev personel dor bi dor dixebitin. Piştî peywira demekê, ji giravê derdiketin û kesên din tên şûna wan, piştî demeke din ev kes jî diçin û hin kesên din tên şûna wan. Ji ber van personelên tevî nav civakê dibin, dibe ku vîrus têkeve girtîgehê jî. Di demeke wisa de ya ku şewb belav bûbû, ji bo ku tevdîr were stendin û ji bo agahiyên derbarê muwekîlên xwe, me serî li saziyên pêwendîdar ên hiqûqa navxweyî da. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê van daxwazên me yên pêwist û maqûl red kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ya 1’emîn jî îtîrazên me yên li hemberî van biryaran red kir. Me jî di rapora xwe ya dawîn de a ji bo CPT’ê qala vê pêvajo, fikar,daxwaz û rewşa li Îmraliyê kir.
‘NE MUMKUN E MIROV QALA HIQÛQA LI ÎMRALIYÊ BIKE’
Di raporê de hûn diyar dikin ku bi hinceta cezayê dîsîplînê muwekîlên we nikarin mafê xwe yê telefonê jî bi kar bînin. Di vê şewbê de gelo qedexeyeke wisa di nav mafên mirovan de cihê wê ku der e?
Rêzdar Ocalan ji dema ku anîne Îmraliyê rojekê jî nekariye mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Her sê muwekîlên me yên piştre ew anîne Îmralyiê jî berê li girtîgehan dikaribûn bi rêya telefonê bi malbatên xwe re biaxivin lê piştî ku ew anîne Îmraliyê tu hevdîtina bi telefonê nekirine. Di heman demê de hin muwekîlên me hene ku berê di Îmraliyê de bûn û piştre jî sewqî girtîgehên din kirin. Ew dikarin telefonî malbatên xwe bikin, di vê şewbê de dikarin ji mafê telefonê ya hatiye dirêjkirin jî sûdê werbigirin. Ev tişt diyar dike ku li Îmraliyê mirov nikare qala mafên mirovan û ‘hiqûq’ê bike! Li Îmraliyê pergaleke tecrîdê ya taybet hatiye avakirin û hiqûq nikare tiştekî pê bike.
‘DI VÊ PERGALÊ DE CIHÊKARIYÊN EŞKERE HENE’
Di vê pergalê de cihêkariyeke eşkere û kêfîyetek heye. Di vî warî de gelek mînak hene ku mirov bidin. Mesela ez mînakekê bidim, bêyî haya me cezayê dîsîplînê didin muwekîlên me. Armanca van cezayan ev e ku hevdîtinên bi malbatê re red bikin. Serlêdanên hevdîtina bi malbatan bi hinceta cezayê dîsîplînê tê redkirin. Em nizanin ji ber çi ev ceza tên dayîn lê me bawer in ji kêfî tên dayin. Ji ber ku wekî me gotî bi awayekî sîstematîk ev ceza tên dayin. Ev lêpirsînên dîsîplînê ranagînin me parêzeran û piştî ku em hîn dibin jî ev dosyeyê lêpirsînê ji ber me direvînin. Heke demên wan ê îtîrazê neqediyabe, bêyî ku em ewraqên di dosyeyan de bibînin û bizanibin bê ka çima ceza dane muwekîlên me, em îtîrazên xwe dikin.Li Tirkiyeyê heke wekaleta wan hebe hemû parêzer ji ser pergala UYAP’ê dikare xwe bigihîne ewraqên dosyeyên dozê û yên dîsîplînê. Li ser vê pergalê daxwazname dikare were şandin lê em nikarin xwe bigihînin van dosyeyan. Sedem: Ewlehî! Ji bo ku em di warê fîzîkî de xwe bigihînin dosyeyan jî ji bo ku dîtina me ya dosyeyan were astengkirin, xebatkarên van beşan bi eşkere derewan dikin!
‘OCALAN DI BIN RÎSKEKE MEZIN DE YE’
Muwekîlê we Ocalan 71 salî ye û di warê vê şewbê de di bin rîskeke mezin de ye. Pê re jî 21 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tê zanîn ku nexweşiya bêhnstendinê jî pê re heye. Di vê şewbê de domandina şertên tecrîdê di warê tendirustiyê de, ma ne rîsk e?
Ev şewb li ser tendirustî û jiyana muwekîlên me rîskeke mezin e. Wekî ku we jî gotî rêzdar Ocalan ji ber temen û ji ber nexweşiya xwe ya bêhstendinê û bi ser de ji ber tecrîda giran a 21 salan, di bin rîskeke mezin de ye.Di serlêdanan de, me bal kişandibû ser van tiştan û xwestibû tevdîr were stendin lê serlêdan bi awayekî kêfî hate redkirin. Em dizanin a niha tendirustiya rêzdar Ocalan û muwekîlên me yên li wê derê çawa ye. Rewşeke neyînî ya wisa heye, heke li Îmraliyê vîrus peyda bibe, li wê derê nexweşxane û navendên tendirustiyê yên xwedî cîhaza bêhnstendinê tune. Em dizanin ku heke ev nexweşî pêk were, divê bi lezgînî mudaxele were kirin. Heta ji Îmraliyê biçin nexweşxaneyê wê gelek saet derbas bibe. Em ji ber vê rewşê bi fikar in.
'HEVDÎTIN LI ODEYÊN GIRTÎ DIKARIN BÊN LIDARXISTIN'
Gelek caran we xwestin ku hevdîtin bê kirin. Lê belê tê gotin ku di vê demê de bi rîsk e ji cihekî nêz hevdîtin bê kirin. Bi dîtina we ji bo pêkhatina hevdîtinê divê çi bê kirin?
Haya me ji tevdîrên dijî şewbê heye, ji xwe dema ku em serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin em bi taybetî vê xusûsê destnîşan dikin. Yanî em dibêjin ku dixwazin di nava şert û mercên guncaw de hevdîtinê bikin. Ya muhîm ew e ku parêzer û muwekîl rû bi rû hevdîtinê bikin, lê belê ji ber şewbê û rewşa tenduristiyê hin hesasiyet dikare bê nîşandan. Hevdîtin li şûna odeyên vekirî dikare li odeyên girtî bi rêya telefonê jî bê kirin. Li hin girtîgehan parêzer bi vî rengî hevdîtinê dikarin bikin.
Şewba vîrûsa koronayê kêm zêde bi mirovan da fêhmkirin ku tecrîd çi ye. Muwekîlê we Ocalan bi salan e di nava tecrîdeke giran de ye. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?
Tecrîda li Îmraliyê bi hişmendiya tolhildanê bi rengê cezakirinê tê kirin û xwedî hin armancên siyasî ye. Îzolasyona ku em ji bo tenduristiya xwe bi dilxwazî dikin, demkî ye. Lewma divê tecrîda li Îmraliyê û ev îzolasyona me mîna hev neyên dîtin. Em ji bo xwe, li malên xwe yên rehet, bi hemû derfetên ragihandinê û çapemeniyê, bi hezkiriyên xwe re bi rêya komputer û telefona xwe kengî bixwazin dikarin biaxivin, hev bibînin. Di rewşeke wiha de jî carna em gilî û gazinan dikin. Lê belê Birêz Ocalan û sê mirovên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bilî çend carên îstîsnayî, nikarin parêzer, malbat û hezkiriyên xwe bibînin, nikarin bi rêya telefonê bi wan re biaxivin, nikarin nameyan bişînin û werbigirin, nikarin li halê hev bipirsin. Hêvîdar im ev mayina li malê ya ji ber şewbê wê bibe hincet ku mirov vê yekê fêhm bikin.
'DIVÊ CPT VÊ PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNE'
Gelo CPT wê karibe dawî li vê bêhiqûqiyê bîne? Hûn li benda gavên çawa ne? Li gorî we, heta kengî wê bersivê bidin serlêdana we?
CPT yek ji kêm saziyên navneteweyî yên fermî ye ku dikare tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê tespît bike, bixwaze ku ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û ji bo vê kar bike. Pêvajoya Îmraliyê ji Sibata 1999'an û vir şopandiye û gelek caran serdana Îmraliyê kiriye. Raporên xwe yên piştî van serdana li ser bêhiqûqî û tecrîda li Îmraliyê amade kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê destpêkê bi Tirkiyeyê û piştre jî bi raya giştî re parve kiriye. Lê belê pirsgirêk ew e, ku cihêkariya hiqûqî, tecrîd, bi kurtasî 'kêfiyet' a li Îmraliyê ku me beriya niha ji CPT re ragihand û giliyên wê kirin, di raporên CPT hemûyan de cih digirin. Ya ku CPT divê bike ew e, ku ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqiyê bi Tirkiyeyê re danûstandinan bike, di vê dema şewbê de daxwazên me tavilê bi cih bîne û vê pêvajoyê bişopîne. Eger vê neke û li pêşberî rewşa li Îmraliyê bêdeng bimîne, hingî bi rengekî neyekser wê ev kiryar qebûl kiribe. Daxwazên me yên lezgîn ku di rapora dawî de jî me ji CPT re ragihand wiha ne: Ji bo vîrûsa koronayê li girtîgeha Îmraliyê belav nebe, bi rengekî lezgîn tevdîrên tenduristiyê û paqijiyê bên girtin; têkildarî rewşa tenduristiyê ya muwekîlên me bi têrkerî agahî ji me re bên dayin, di nava şert û mercên guncaw de derfetên hevdîtina muwekîlên me bi malbatê û parêzeran re bên afirandin, mafê wan ê axaftina bi telefonê tavilê bê dayin, dawî li cezayên dîsîplînê yên kêfî bên anîn ku bi rêk û pêk li wan tê birîn û cezayên hatine dayin jî bên betalkirin.