Pankartên 'Azadî ji Ocalan re' li her derê ne
Kampanya pankartan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 1'ê Mijdarê dest pê kir, li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
Kampanya pankartan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 1'ê Mijdarê dest pê kir, li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd di roja heyştemîn de li metro, rawestgehên otobusan, panoyên reklaman û li pêşiya gelek saziyan afîş daliqandin. Çalakî roja heyştemîn li taxa Belle de Mai pêk hat.
ARNHEM
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart hatin hildan.
Li Arnhemê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, li du nuqteyên cuda çalakî hate lidarxistin.
Li Mûsîs Sacrûm û Wîllemspeleînê bi hevdemî pankart hatin daliqandin û işaret bi tecrîdkirina Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
AARAÛ Û BERN
Li bajarên Aaraû û Bernê yên Swîsreyê bi heman armancê pankart hatin daliqandin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya jin ên ciwan li Amsterdamstrasse û Geldernstrasseyê li gelek nuqteyan pankart hatin daliqandin.