Panêla ‘kincên yekreng’ a li Wanê hate qedexekirin

Walîtiya Wanê panêla ‘Kincên Yekreng’ ku Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê ku sibehî  wê bikira qedexe kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Dede got ew li qedexeyê nesekinin û sibe li Edremîtê ji bo panêlê werin cem hev.

Hevserokê Bajêr ê Wanê yê HDP’ê Umît Dede li ser qedexeyê got, ‘’Bi BHQ’ê ya bi nimroya 696’an kincên yekreng li girtiyan ferz kirin. Me HDP’ê diyar kir ku ev gav were avêtin wê çi arîşe derkevin holê û me got ev ê neyê qebûlkirin.’’

Dede bi domdarî got hikûmet li kincên yekreng rawestiya û wan jî xwestiye ku ev ferzkirina kincên reng ji hêla hiquqî, siyasî, civakî ve wê ji bi xwe re bîne bi panêlekê pêk bînin lê belê rejîma Rewşa Awarte, Walîtiyê panêla wan qedexe kiriye.

Dede got tê xwestin vê ferzkirina kincên yekreng ne tenê li girtiyan bikin, dixwazin li tevahiya welêt bikin, bi bîr xist ku partiyên siyasî hêmanên jêneger ên demokrasiyê ne û astengkirina panêla wan derbeke li demokrasiyê lê ew ê li astengiyan nesekinin û sibehî saet 12.00’an li Edremîtê, li avahiya partiyê wê bi gel re werin cem hev