PAJK: Nirxa azadiyê 1’ê Gulanê li hemû mirovahiyê pîroz be
PAJK: Nirxa azadiyê 1’ê Gulanê li hemû mirovahiyê pîroz be
PAJK: Nirxa azadiyê 1’ê Gulanê li hemû mirovahiyê pîroz be
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û soza bilindkirina têkoşînê da.
Koordînasyon PAJK’ê dxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em di rojên bihareke ku nêzî azadiyê ye dijîn. Em ku cejneke din a 1’ê Gulanê ya Karkeran pêşwazî dikin, şehîdên demokrasî û kedê bibîrtînin. Em cejna qehremanên kedê pîroz dikin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em wek mîlîtanên Rêberê mirovahiyê dizanin ku; mirovahiyê bi salan xwe bi keda xwe da jiyan kirin. Di lêgerîna azadiya kedê de nirx hatin afirandin û rupelên dîrokê yên herî bi rumet bi kedê hat nivîsin. Li dijî pêkanînên hovene yên pergala kapîtalîzmê berxwedaneke bê hempa hat dayîn. Ji bo jiyaneke mirovane israr hat kirin. Serdestên ku civak parçe kirin û ked mêtînger kirin, civak ji gelek nirxan dûr xistin û li dijî zêdekirina hilberînan, ji mirovahiyê gelek tişt hat kêmkirin.
Dema ku mirovahî ji hate mêtîngerkirin û ji hev hate parçekirin û ked hat girtin û firotin têkoşîna jiyaneke bi rumet jî her tim berdewam kiriye. Yanî mirovahî tu car ji rumet û azadiya xwe dest bernedaye. Mêtîngeriya kedê, diziya kedê yekemîn darbeya ku jiyana mirovahiyê hatiye xistine. Endustriyalîzma ku li ser keda mirovahiyê mezin bû mirovahî înkar kir. Mafê jiyanê yên jinan û civakê ji dest girtin. Jinên Kurdistanê pêşengiya têkoşîneke azadiyê ya gerdûnî dike. Jin bi her alî rastî heqeretê tê. Ji ber vê hemû jinan xwe bi rêxistin kir. Jinan hemû zor û zehmetiyên şer dîtin. Ji ber vê jî hreî zêde jin aştiyê heq dikin.
Rêber Apo ev dema ku em têde ne wek dema helalkirina gelan da nasîn. Û got hemû keda bo gelan hatiye dayîn bila helal be. Em wek tevgera jinên azad dizanin ku em zêdetir mafan heq dikin. Em careke 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin.”