Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê Ozyaşar diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze Îslamê dejenere bike, li ser bedena jinê hikum bike û destnîşan kir ku AKP'ê ji pirsgirêkên gelan re çareserî peyda nekiriye.
OKTAY CANDEMÎR / ANF
WAN
sêşem, 21 avrêlê 2015, 11:15
Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê Ozyaşar diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze Îslamê dejenere bike, li ser bedena jinê hikum bike û destnîşan kir ku AKP'ê ji pirsgirêkên gelan re çareserî peyda nekiriye. Ozyaşar bal kişand ser pirsgirêkên gel û esnafên Wanê û diyar kir ku di nava HDP'ê de her kes dikare xwe temsîl bike. Ozyaşar da xuyakirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê divê HDP li Meclîsê be.
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 6. a Wanê Selamî Ozyaşar, navekî ji nava têkoşîna kedê hatiye. Serokê berê yê Şaxê Egîtîm-Senê ye û bi xebatên xwe yên di nava rêxistinbûyînên demokratîk ên li Wanê de tê naskirin. Ji ber "Operasyonên KCK'ê" demekê li girtîgehê hat ragirtin.
Ozyaşar hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand...
'PARTIYEKE KU HER KES DIXWAZE XWE LÊ TEMSÎL BIKE'
Ozyaşar sedema namzetiya xwe ya di nava HDP'ê bi vî rengî rave kir:
"HDP rêveberê polîtîka têkoşîna ez jî di nav de me, ye. Rêxistinbûyîneke ku mafên me yên li kolanan, li meydanan hatine talankirin ji nû ve pênase dike û hewl dide bi qanûnan re ewle bike. Ji bo em vê garantiya qanûnî bi dengekî bilind bilêv bikin, em jî bûn namzet. Bi şiyara 'ne ez, em' derketine ser rê û ji bo partiya xwe li Meclîsê temsîl bikin em namzet in."
Ozyaşar anî ziman ku HDP partiyeke sîwanî ye ku hemû gel, bawerî, hindikahî LGBTÎ, bêyî di binê zext û guhertinekê de bimînin dikarin xwe weke xwe lê temsîl bikin û axaftina xwe wiha dewam kir:
'YEKANE PARTIYA KU JI BO ÇARESERIYÊ POLÎTÎKA DIAFIRÎNE YE'
"HDP parazvana jiyana ekolojîk, wekheviya zayendî, demokratîk û azad e. Di heman demê de yekane partiya ku jin xwedî temsiliyeta wekhev e û sîstema hevserokatiyê lê tê meşandin e. Partiya ku bi kotayan ciwanan di rêveberiyê de dike xwedî mafê gotinê. Cudahiya bingehîn a HDP'ê ji partiyê din cuda dike jî partiya gel e. Ji dema avabûna Komarê û vir ve mixabin pirsgirêkên bingehîn zêde bûne û hatine heta roja îro. Daxwaza welatiya wekhev a gelê Kurd di dîroka Komarê de 28 caran bi awayekî xwînî hatiye tepisandin, pêşengên gelê Kurd hatine cezakirin û darvekirin. Di roja îro de yekane partiya ku bêyî hesapkirina berjewendiyên siyasî hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike û daxwaza welatîbûna wekhev a gelê Kurd bicih bîne, HDP ye."
Ozyaşar anî ziman ku HDP ne partiyeke ji aliyê sîstemê ve hatiye afirandin, partiyeke ku tevî hemû dijderketinên sîstemê, girtin û kuştinên kiryar nediyar li ser piyan maye û got, "Tevî ku ji 14'ê Nîsana 2009'an û vir ve di bin navê 'Operasyonên KCK'ê de bi gilînameyên lihevçêkirî re bi deh hezaran endamên wê hatin girtin jî, xebatên xwe yên siyasî dewam kriye. Ya ku me ji partiyên din cuda dike, hêza ku em ji bingeha xwe ji gelê xwe digire ye."
'AKP DIXWAZE ÎSLAMÊ DEJENERE BIKE'
Ozyaşar hikûmeta AKP'ê bi îstîsmarkirina ol rexne kir û got, "AKP'ê li gorî polîtîkaya xwe şekil da Îslamê û ji cewherê wê dûr xist. AKP dixwaze ola aştiyê, oleke ku peymana herî wekhev a dîrokê Peymana Medîne afirandiye, dejenere bike."
Ozyaşar da xuyakirin ku ew girîng dibînin HDP bi rêxistinên Îslamî yên weke Azadî re tifaqê dike û got, "Di heman demê de tifaqa bi konfederasyonên elewiyan, bi komeleyên Çerkesan, bi hindikahî û bawermendên cuda re gelekî girîng in. Ev tifaq nîşan didin ku li hemberî ferzên sîstemê, tifaqeke dijber heye."
'HIKÛMET HIKMA LI BEDENA JINÊ REWA DIBÎNE'
Ozyaşar bal kişand ser pirsgirêka jinê û anî ziman ku ew bi pirsgirêkeke jin bi awayekî wekhev nayên temsîlkirin li deveyî qada siyasî û civakî tê hiştin re rû bi rû ne. Ozyaşar gotinên zayendîparêz ên rayedarên hikûmetê bibîr xist û ev nirxandin kir:
"Desthilatdariya siyasî di çalakiya Kopa de ji bo Dilşat Aktaş got, 'keç e, jin e' û bi vî rengî hikma li ser bedena jinê ji xwe re weke mafekî dît. Di salên pêş de jî bi daxuyaniyên li ser hejmara zarokên jin bînin dinyayê re, xwe tevlî mijara kurtajê kir û ev yek ji xwe re rewa dît. Wezîrê Tenduristiyê yê digot, 'Yekane karyera jinê divê dayiktî be', Wezîrê Xebatê yê digot 'Jin jî dixebitin û li kar digerin, lewma bêkarî ewqasî zêde ye' û oldarên qaşo yên li qenalên televîzyonê digotin divê jinên ducanî dernekevin derve, bingeha vê ferasetê nîşan dane."
Ozyaşar da zanîn ku cînayetên li hemberî jinê jî polîtîk in û nerazîbûn nîşanî cezanekirin û pêkanîna 'kêmkirina ceza ya ji ber tehrîqê' da. Ozyaşar destnîşan kir ku ev pirsgirêk dikare bi temsîliyeta wekhev a HDP'ê, qebûlkirina jinê weke takekes û bi feraseta wekheviya jin-mêr dikare were çareserkirin.
'GEL Û ESNAFÊN WANÊ MEXDÛR IN'
Ozyaşar diyar kir ku ew ê çavkaniya pirsgirêkên li Wanê û gelemperiya welêt binirxînin û polîtîkayeke li ser bingeha çareseriyê bimeşînin.
Ozyaşar ev nirxandin kir: "Di tevahiya dîroka Komarê de pêşveçûyîn her tim weke madî hat nirxandin û aliyê wê yê manewî ji nedîtî ve hat. Di çareserkirina pirsgirêkên bingehîn de divê giranî ji pêşketina manewî re bê dayîn. Divê ev yek jî were gotin; divê êdî em li encamên pirsgirêkê nenihêrin, bi nêrîna li sedemên wê re çareseriyê peyda bikin. Weke mînaka herî hêsan; weke encam îro pirsgirêka bêkariyê heye, ya ji bo me girîng ne hebûna pirsgirêka bêkariyê ye, giranîdayîna li ser sedemên bêkariyê û çareserkirina wan e.
Li Wanê ji ber ewlekariyê pirsgirêkên esnafan heye. Li serê her goşeyê TOMA, li nava her kolanê maşînên zirxî yên bi tîpa 'akrep' hene. Ev yek jî di nava esnafan de rê li ber tirs û fikaran vedike. Ji ber erdhejên 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdarê esnafên me bi mehan nexebitîn û deyndar bûn. Ji ber ku weke herêma afetê nehat îlankirin, esnafan hînê deynê xwe nedane."
'JI BO PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ HDP DIVÊ LI MECLÎSÊ BE'
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 6. a Wanê Selamî Ozyaşar da xuyakirin ku eger HDP benda hilbijartinê derbas bike û cihê xwe di Meclîsê de bigire, ev yek wê tevkariyeke cidî li pêvajoya çareseriyê bike û got, "Temsîliyeta gelan ji bo çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê û kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di rewşa heyî de, parlamenteke ji temsîliyeta gelan bêpar, wê bi ti awayî rewa nebe. Bi tenê wê ji rejîma Serokatiyê ku Serokkomar Erdogan xeyala wê dike, xizmetê bike."
KÎ YE?
Di sala 1978'an de li navçeya Wan Payîzavayê ji dayik bû. Xwendina xwe ya dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Payîzavayê temam kir. Piştî ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê Beşa Hunerên Bedew qedand, li Edeneyê dest bi mamostetiyê kir. Dûre li Wanê mamostetiya xwe dewam kir. Di nava rêxistinbûyînên demokratîk ên li bajêr de cih girt. Du deman Serokatiya Şaxê Wanê ya Egîtîm-Senê kir û demekê weke Berdevkê Şaxê KESK'ê xebat meşand. Ji bo ji HDP'ê bibe namzet îstifa kir.