Ozturk Turkdogan: Rewşa girtiyên KCK'ê dê çi be?
Ozturk Turkdogan: Rewşa girtiyên KCK'ê dê çi be?
Ozturk Turkdogan: Rewşa girtiyên KCK'ê dê çi be?
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin, ku pakêt bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku ji bo zimanek hebûna xwe dewam bike divê li qada gelemperiyê bê bikaranîn. Turkdogan, ji ber ku mijara girtîgehan a bi TMK re pêwendîdar di pakêtê de cih negirt, nerazîbûn nîşan da û pirsa, "Rewşa girtiyên KCK'ê dê çi be?" kir.
Turkdogan ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku beşeke gelekî biçûk a daxwazên Heyeta Mirovên Aqilmend di pakêtê de cih girtine û got, "Bi tenê beşeke gelekî kêm a wan daxwazan li vir heye, beşa gelekî mezin, di pakêtê de cih negirtiye."
Turkdogan ragihand ku ev yek gelekî dûrî bersivdayîna ji bendewariyên pêvajoyê ye û wiha peyivî:
"Demokratîkkirina siyasetê bi vê rê nabe. Serokwezîr bi tenê versiyonên guhertina benda hilbijartinê pêşniyar kir. Li qada mafên mirovan, di mijara sererastkirinên Desteya Têkoşîna li dijî Cihêkariyê û tawanên nefretê de tiştekî nû negot.
JI BO ZIMANEK BIJÎ, DIVÊ LI QADA GELEMPERIYÊ BÊ BIKARANÎN
Nuqteya yekemîn ev e: Mijarên di vê pakêtê de hatin aşkerakirin, ne li gorî raporên Heyeta Mirovên Aqilmend in; Di raporên me de gelek pêşniyarên pêşketî hebûn. Mîna; bi temamî rakirina benda hilbijartinê, perwerdeya bi zimanê dayikê. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dibistana taybet tînin rojevê. Gelê Kurd ê xizan, dê bi kîjan pereyî dibistanên taybet ava bike? Ji bo ev ziman karibe bijî, divê li qada gelemperiyê bê bikaranîn; divê li dibistanên dewletê bê xwendin."
DIVIYABÛ GIRTÎGEH BIHATA VALAKIRIN
Turkdogan der barê "pêvajoya çareseriyê" de diyar kir ku divê asta muzakereyê destpê bike û bal kişand ser kêmasiyê di pakêtê de : "Ji bo ev pêvajo bimeşe, divê asta muzakereye destpê bike. Serokwezîr di vê mijarê de tiştek negot. Divê êdî hikûmet bêje, 'Emê vê pirsgirêkê çareser bikin, lewma em muzakere dikin.' Eger hevdîtinên li gel Ocalan bi asta muzakereyan de bê meşandin, dibe ku pêvajo dewam bike. Naxwe, ev gav gavên sembolîk in. Der barê rakirina cerdevaniyê, vegera gundan de tiştek di pakêtê de nîne. Dîsa azadiya ramanê, mijara girtîgehan nîne. Em li bendê bûn ku binavkirina tawanan bê guhertin, li gorî pîvanên gerdûnî bihata sererastkirin. Em li benga guhertinek der barê TMK de bûn. Diviyabû girtîgeh bihatana valakirin. Ev yek jî dikarî bi guhertina binavkirina tawanan a di qanûna tawan de bibûya. Lê di pakêtê de cih negirt. Li girtîgehan bi hezaran mirov li benda serbestberdanê bûn."
Turkdogan destnîşan kir ku pakêt ji bo girtiyan bi taybetî jî ji bo girtiyên KCK'ê têkçûna bendewariyane û got, "Yê di vî warî de rê li ber bendewariyan vekir, hikûmet bû. Ji ber ku endamên hikûmetê timî derdiketin li televîzyonan daxuyanî didan ku girtiyên KCK'ê dê di pakêtê de cih bigirin, guhertinên qanûnî di vî warî de werin kirin. Lê belê sererastkirinên pêwîst nehatin kirin. Lewma vê yekê di warê psîkolojîk de bandoreke neyînî kir. Bi hezaran mirov li girtîgehan tên ragirtin, parlamenter, parêzer, rojnamevan, sendîkavan, xwendekar, şaredar, siyasetmedar. Rewşa vana wê çi bibe? Di vê mijarê de nêzîkatiyeke bi pirsgirêk li holê heye."
'NAVGÎNA PÊŞÎGIRTINA LI ÎŞKENCÊ NÎNE'
Turkdogan da xuyakirin ku tinebûna navgîneke pêşîgirtinê ya neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî îşkencê kêmasiyeke û got, "Di mijara têkoşîna li dijî bêcezahiştina tawanên îşkencê de, tiştekî nû negot. Di mijara peymanên divê em aliyê wê bin de jî, tiştek negot."
'DI PERWERDEYA KURDÎ DE GUHERTINA SEMBOLÎK'
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku destûra perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li dibistanên taybet weke guhertineke sembolîk bi nav kir û got, "Di nava jiyanê de, ti bersiva vê sererastkirinê nîne. Gelê Kurd ê xizan wê bi kîjan pereyî biçe dibistanê bide çêkirin, maeş bide mamosteyan, dûre jî zarokên xwe bişîne dibistana Wezareta Perwerdeya Milî. Ev yek ne pêkane. Dibe ku weke psîkolojîk gavek be, lê bersivê nade bendewariyan."
BENDA HILBIJARTINÊ DEWAM DIKE
Turkdogan sererastkirina der barê pergala hilbijartinê de jî wiha şîrove kir: "Serokwezîr versiyonên cuda yên pergala heyî ya hilbijartinê pêşniyar kir: yanî bend dewam dike. Du pêşniyarên wî tên heman wateyê. Pergala tengkirî ya komên ji pêncan, tê wateya benda ji sedî 20'an a li her herêmê. Alîkariya dewletê ya ji bo partiyen siyasî ji xwe şermeke mezin e; Daxistina ji sedî 3'an jî dê piştre bicih were anîn."