Ozturk: Şikandina tecrîdê ji bo avakirina demokrasiyê girîng e

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, anî ziman ku bandorên hilweşîner ên tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka Kurd gelek mezin e û got ku şikandina tecrîdê ji bo avakirina demokrasiyê girîng e.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, krîza ku li her qadê tê jiyîn bibîr xist û got, "Rêya rizgariya Tirkiyeyê ji vê krîzê jî, ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyalogê ye."

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye li hemû qadan belav bûye. Ozturk got, "Yek ji bandorên herî zelal ên vê tecrîdê, ku ji Îmraliyê heta hemû girtîgehan û ji wir jî li civakê belav bûye, aliyê aboriye. Siyaseta şer tê meşandin. DEM Partiyê gelek caran aliyê vê siyaseta şer a ku parçe dike, aliyê wê ya jiyanî û texrîbata aboriyê daniye holê. Droneyek difire, wê mehê bi deh hezaran mirov nikarin xwarinê bixin lalîkên xwe. Li Tirkiyeyê mirov xwe bêhêvî û bêsiberoj hîs dikin. Bê guman li dijî vê yekê têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Di 1'ê Gulanê de me ev helwest, pir zelal dîtin. Li dijî polîsên dewletê helwesta rêxistinbûyî ya çalakgeran hebû. Yekser desthilatdarî xwest bi binçavkirin û girtinê re ceza bike. Yek ji bandorên tecrîdê jî ev e. Li Kurdistanê jî ‘rejîma qeyûm’ a ku di dema dawî de têk çû cardin, bandora tecrîdê ye.”

AKP-MHP DI NAVA KRÎZÊN PIRALÎ DE NE

Ozturk, daxwaza tengkirina qada civakî û siyasî hemû tecrîda civakî ye û got, "Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet heye. Li dijî wê jî jin berxwedaneke mezin nîşan dide. Polîtîkayên dijminane ku tê de kuştina jinan zêde dibe û zemîna her cure tundiya li ser jinê tê amadekirin jî encama tecrîdê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku yek ji rêveberên herî dilsoz ên modernîteya kapîtalîst e, ev demeke dirêj e di nava krîzeke piralî de ye. Ev desthilatdarî ku di nava xwe de jî şikestinekê dijî, ji bo karibe hebûna xwe berdewam bike, serî li neteweperestiyê dide. Zirara ku van polîtîkayan di demeke kurt de dane demokrasiya Tirkiyeyê gelek mezin e. Zîhniyeta yekperest, serdest a mêr wê bi tu awayî bi kêrî Rojhilata Navîn neyê. Ev zîhniyet zirarê dide vê erdnîgariyê û her nirxê hevpar ê rûmeta mirovahiyê. Bê guman li hemberî vê zîhniyetê, têkoşînek ku bi paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê re hewl didin jiyaneke bi rûmet ava bikin heye. Ev têkoşîn wê teqez rê li ber serketinê veke."

ERDNÎGARIYA ME BÊWEÇ KIRIN

Ozturk, bi bîr xist ku 8 sal in li Kurdistanê rejîma qeyûm heye û wiha dewam kir, "Ev rejîm weke prototîpa rejîma tecrîdê hate pêkanîn. Yek ji hîmê sereke yê paradîgmaya me ew e ku azadiya jinê be. Karê destpêkê yê van qeyûman, girtina saziyên jinan bû. Navaroka hemû saziyan hatin valakirin û heta li kursên îstîhdamê jî xerabûnek çêbû. Îro jî ji bo jiyana civakî ya li Kurdistanê felç bikin, bi zanebûn qaseyên vala û deynên mezin hatine çêkirin. Erdnîgariya Kurdistanê ya ku têkoşîna jinê tê de cihek girîng e, ciwan fikr û jêhatîbûna xwe zindî dihêlin û alternatîfên xwe ava dikin, ji her alî ve hewl dane ku bêweç bikin. Lê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê van siyasetan tehşîr dike û li dijî wê helwesta xwe gelekî xurt nîşan dide. Li dijî van êrîşan divê em yekîtî û bihevrebûna xwe xurt bikin.”

RÊYA RIZGARIYA JI VÊ KRÎZÊ DIYALOGE

Ozturk, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka Kurd û tecrîdê nayê çareserkirin bandora hilweşînê gelek mezin e û wiha domand, “"Îro li Tirkiyeyê ji ber aborî û demokrasî nîne, di her warî de di nava krîzekê de ye û têkiliyên bi welatên derve re ne bi qasî berê xurt e. Polîtîkayên îmha û înkarê ev çend sal in tiştekî baş neanî vê erdnîgariyê. Piştî vê demê wê neyîne. Pêvajoya herî aram a ku demeke dirêj li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat, pêvajoya ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin bû. Rêya rizgariya ji vê krîzê jî tenê destpêkirina pêvajoya diyalogê ye. Bi vê hişmendiyê girtiyên siyasî yên li girtîgehan piştî greva birçîbûnê ya 130 rojan, ji 4'ê Nîsanê ve ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe bi boykotkirina hevdîtin û derneketina dadgehê berdewam dikin. Şikandina tecrîdê, bicihanîna daxwazên girtiyan, şikandina dijberiya di nava civakê de, ji bo demokrasiya welêt û pêkanîna siberojeke dewlemend girîng e."