Ozsoy: Wê mûxalefet dûre gelekî poşman bibe

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku hikûmet bi êrîşên li ser Kobanê û Rojava dixwaze siberoja welat dîzayn bike û got, "Eger mûxalefeta sereke di nava sînorên lîstika Erdogan de tevbigere, wê piştre gelekî poşman bibe.”

Parlementerê HDP'ê û Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrîşa li Taksîmê û armanca ku Tirkiye dixwaze vê êrîşê bike hincet û êrîşî Rojava û Kobanê bike ji ANF’ê re nirxand. Ozsoy diyar kir desthilatdarî ji zû ve ye dixwaze Kobanê di serî de êrîşî bajarên Kurdan bike û êrîşa li Taksîmê jî kirine hinceta vî tiştî.

‘ÊRÎŞA LI TAKSÎMÊ KIRIN HINCET’

Ozsoy diyar kir ku ji bilî agahiyên ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û polîsan dane, derbarê êrîşa Taksîmê de tu tişt nayê zanîn û wiha got: “Em rastî û nerastiya van agahiyên ku ji medyaya alîgir re hatin belavkirin, baş nizanin. Lê tiştek heye ku em dizanin, êrîşa bombeyî ya li Taksîmê bû hincet û konsepta êrîşa li dijî Kurdan a beriya hilbijartinê.”

Ozsoy da zanîn ku dewlet û hikûmeta Tirk ji bo derbekê li destkeftiyên Kurdan bixe her firsendê bikar tîne û got, ji ber vê yekê ev êrîş divê du alî were nirxandin. Ozsoy bal kişand ser vî tiştî ku ya yekem bêstatûkirina Kurdan e û ya duyem jî ev e ku berî hilbijartinan nijadperestiyê xurt bikin û zextê li mûxalefetê bikin. Ozsoy anî ziman ku Kobanê di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de herî kêm bi qasî Helebçeyê bûye xwedî karaktereke sembolîk û mîtolojîk û got “Erdogan beriya hilbijartinê dixwaze wê derê bike hedef û ‘serkeftineke’ din bi dest bixe.”

BERIYA HER HILBIJARTINÊ KONSEPTA ÊRÎŞÊ

Ozsoy bi bîr xist ku hikûmet beriya her hilbijartinê vê konsepta êrîşê dixe meriyetê û kronolojiya êrîşê wiha bi bîr xist: “Beriya hilbijartinên 2015’an jî operasyonên li ser sînor dihatin kirin. Beriya referandûmê li Cerablûsê, beriya hilbijartinên meclîsê li Efrînê û beriya hilbijartinên herêmî yên 2019’an jî li Serêkaniyê Grî Spî operasyon hatin lidarxistin. Ji ber vê yekê beriya her hilbijartinê li dijî Bakurê Sûriyeyê pêleke êrîşan çêdibe.”

Ozsoy destnîşan kir ku mixabin ev lîstik her tim bi ser ketiye û destnîşan kir ku mûxalefeta sereke ji bo êrîşa li ser Kurdan bi hikûmetê re hevkarî kiriye. Ozsoy, anî ziman ku yên ku bi hikûmetê re hevkariyê nakin, ditirsin ku dengê xwe bikin û got, “Bi her awayî muxalefeta sereke nikare li dijî polîtîkayên neteweperest û şerxwaz ên hikûmetê bi giştî eniyeke aştî û demokrasiyê ava bike. Hêzên demokrasiyê yên bi HDP'ê re hewl didin vê qadê bixin bin kontrola xwe, lê ew jî yekser dibin hedef û tên girtin. Erdogan her tim dikare şer bide destpêkirin û muxalefet jî bide pey wî. Em vê yekê di vê êrîşa dawî de careke din dibînin."

‘QADA HEWAYÎ YA RÛSYAYÊ BI KAR TÎNIN’

Ozsoy daxuyaniya Serokomar Erdogan a operasyona bejayî û helwesta DYA û Rûsyayê jî nirxand. Ozsoy bi bîr xist ku hem Rûsya û hem jî DYA ji êrîşên berê agahdar bûne û wiha got: “Ez nizanim bi wan re muzakere kirine yan na, lê diyar e ku qada hewayî ya Rûsyayê bi kar tînin. Yanî bêyî agahdarkirina Rûsan ne mimkûn e ku qada hewayî bikar bînin. Erdogan niha dibêje, ‘Em dizanin em çi dikin’ lê xuya ye ku bi taybetî bi Rûsan re hevkariyê dikin. Her çend DYA li hemberî berfirehkirina van êrîşan helwest nîşan da û diyar kir ku divê bi vî rengî dewam neke jî, eşkere ye ku piştgirî daye êrîşên hewayî. Lê hê ji bo operasyonên bejahî li hev nekirine.”

Ozsoy destnîşan kir ku HDP li hemberî van polîtîkayên şer xwedî helwesteke zelal e û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê rûpeleke di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsandin. Ozsoy bi bîr xist ku rêveberên wan ên berê ji ber piştgirîdayîna Kobanê rastî cezayê muebbetê hatin û got, “Dixwazî bila partiya me bigirin û ceza li hemû kesan bibirin.  Helwesta HDP’ê ya di vê mijarê de naguhere. Têkoşîna li Kobanê têkoşînek mirovahiyê bû. Jin û mêran li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan û bi ser ketin.”

DIXWAZIN HDP’Ê BI TENÊ BIHÊLIN

Ozsoy da xuyakirin ku li dijî şerê ku hikumet dixwaze HDP çi ji destê wê tê dike û lê bi tenê maye. Ozsoy da xuyakirin, ku ev şer ne tenê HDP'ê, her kesî eleqedar dike û destnîşan kir, ku bi van êrîşên li hemberî Kobanê û Rojava, tê xwestin ku polîtîkaya navxweyî û pêşeroja Tirkiyeyê were dîzaynkirin. Ozsoy, da zanîn ku divê her kes vê yekê bibîne û li gorî vê helwestê nîşan bide û got, “Eger mûxalefeta sereke di nava sînorên lîstika Erdogan de tevbigere, wê piştre gelekî poşman bibe.”

Ozsoy destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî binesaziya Tirkiyeyê ye û diyar kir ku heta niha refleksa pêwîst li hemberî vê pirsgirêkê nehatiye nîşandan. Ozsoy bi bîr xist ku weke her hewldana şer niha jî bêdengî serdest e û wiha got: “Ev ne şerekî asayî ye. 60-70 balafirên F16 her derê bombe dikin. Sedema vê jî pirsgirêka Kurd a esasî çaresernebûyî ye. Kesên ku dibêjin em mûxalefet in li dijî şer û derbarê doza Kurdan tu gotinekê nakin. Mîna vagonan li pey AKP û MHP’ê rêz dibin. Ger muxalefet bi rastî jî ciddî be, helwesteke xurt nîşan bide.”

Ozsoy destnîşan kir ku yên di mijara pirsgirêka Kurd de nikaribin vê cesaretê nîşan bidin, nikarin di mijarên din ên welêt de jî ferqeke mezin çêbikin û bi bîr xist ku demên wiha bi rastî dema îradeya siyasî ye. Ozsoy got, “Lîstika Erdogan dibînin, lê ji ber ku yan bi xwe nijadperest in in yan jî ji pêla nijadperestiyê ditirsin, bêdeng dimînin. Siyaseta populîst a nijadperest welat aniye vê astê. Desthilatdarî jixwe sûdê ji atmosfera nîjadperest, milîtarîst û populîst sûdê werdigire. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe li dijî vê atmosferê, atmosfereke din ava bike.”