Ozgur Amanos bi dirûşmeyan hat oxirkirin

Ozgur Amanos bi dirûşmeyan hat oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Mustafa Baykal (Ozgur Amanos) ku di sala 2011’an de li çoltera Şemzînanê di encama gaza jeneratorê de jehrî bû û jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin.

Cenazeyê Ozgur Amanos ku ji  morga Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin birin navçeya Xelfetiya Rihayê li gundê Altinovayê.

Cenazeyê Amanos bi dirûşme û tililiyan hat pêşwazîkirin. Cenaze ligel malbata Amanso, ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Endamê BDP PM Mehdî Arslan, hevserokê BDP’a Rihayê Leyla akça, şaredarê Gogan Bazo Yilmaz, birayê Rêberê Gelê Kurd Mehmet Ocalan û birayê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, Bozan Karayilan jî tevli pêşwazîkirinê bû.

 Cenaze birin ber konê şînê yê hat avakirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin.

Di meşê de ciwanan posterên Ocalan û gerîlayê Amanos hildan û alên PKK, KCK û HPG’ê vekirin. Li goristanê sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin. Piştî wecibeyên olî cenaze hat definkirin û bavê Baykal, Velî Baykal ji bo hemû kesî spasî pêşkêş kir û diyar kir ku kurê wê şehîdê Kurdistanê ye.

 Her wiha konê şînê hat danîn û dê 3 rojan bidome.