Ozgen: Pakêtek hundirê wê vala
Ozgen: Pakêtek hundirê wê vala
Ozgen: Pakêtek hundirê wê vala
Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen ê di Heyeta Mirovên Aqilmend de cih girt diyar kir ku "pakêta demokasiyê" dê bi kêrî çareseriya demokratîk û aştiyane ya ppirsgirêka Kurd neyê û got, "Pakêtek hundirê wê vala" ye.
Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen ê di Koma Başûrrojhilat a Heyeta Mirovên Aqilmend de cih girt, pakêta ku Serokwezîr Erdgaon îro aşkera kir ji ANF'ê re nirxand.
Ozgen got, "Dema mirov ji paceya çareseriya aştiyane û demokratîk a lpirsgirêka Kurd, azadî û demokrasiyê li vê pakêtê binêrin, xuya dibe ku hundirê vê pakêtê vala ye. Bi vî halê xwe re bi kêrî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd nayê."
'HUNDIRÊ PAKÊTÊ VALA YE'
Ozgen diyar kir ku gava ji aliyê benda hilbijartinê, qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûna ceza ya tirk, dema dirêj a girtinê, girtiyên nexweş, perwerdeya bi zimanê dayikê li pakêtê bê temaşekirin, derdikeve holê ku hundirê pakêtê vala ye û xizmetî pêvajoyê nake. Alîkariyeke pozîtîf nade pêşveçûna pêvajoya heyî ya diyalogê.
'HIKÛMET GEL DIXE NAVA BENDEWARIYÊN NÛ'
Ozgen ev nirxandin kir: "Bi naveroka vê pakêtê ve girêdayî, ez vê nêzîkatiya hikûmetê jî xetere dibînim. Hikûmet hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê, civaka Tirkiyê û gelê Kurd dixe nava bendewariyên nû û nîşaneyên pakêtên nû dide. Ev gelekî xetere ye. Eger îro rewşeke agirbestê li holê hebe, divê li gorî vê gavên demokratîkbûyînê yên giranbuha bên avêtin. Lê belê pakêt ji van gavan bêpar e."
Ozgen da xuyakirin ku hikûmet dê ji ber pakêtê rastî nerazîbûna gel were û got, "Bi kurtasî, sererastkirinên pakêtê kêm in. Her wiha ji bo guhertina hin pêkanînan jî pêwistî bi pakêtan nîne. Hikûmetê heta îro ev sererastkirin jî nekir."
Ozgen bibîr xist ku bendewariya gelê Kurd; sererastkirinên ku pêvajoya çareseriyê bi pêş ve bibe ye û got, "Lê belê ji ber ku ev sererastkirin nehatin kirin, di warê pêvajoyê de pakêt xwedî ti wateyê nîne."