Ozdîl: Berxwedan perwerdekar bû

Reşat Ozdîl ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li rojiya mirinê anî, diyar kir ku sekna li dijî tecrîdê ji bo wan perwerdekar bû û got, têkoşîn wê bidome.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 7'ê Mijdara 2018'an dest pê kir, li çar aliyên dinyayê û girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan belav bû. Ji ber xemsariya rayedaran û raya giştî 30 girtiyan greva birçîbûnê veguherandibûn rojiya mirinê. Li dijî tecrîdkirina Ocalan 7 girtiyan çalakî kirin û gihîştin asta şehadetê. Di encama berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê de destûr hate dayin ku parêzerên Ocalan karibin wî bibînin. Ocalan jî di peyama xwe de ya 26'ê Gulanê xwest dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bê anîn û bi vê daxwaz û bangê re çalakî bi dawî bûn.

Yek ji berxwedêran Reşat Ozdîl e ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Tekîrdagê tê hiştin. Ozdîl 1'ê Adarê tevlî greva birçîbûnê bû û ji 10'ê Gulanê ve çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Ozdîl dema qala vê pêvajoyê dike balê dikişîne ser ruhê hevpar. Li gorî Ozdîl ruhekî hevpar ji bo her kesî derkete holê û ji aliyê berxwedanê ve ev pêvajo perwerdekar bû. Ozdîl got, "Ruhekî welê hebû ku berê mirovan dida armancê, hêz û moral dida mirovan. Li dijî tecrîdê mîna her hevalî bendewariyên min jî hebûn. Ev yek jî bû sedem ku em xwe baştir amade bikin. Mirov bi ruhê fedayî dadikevin kûrahiyê. Ji bo fêhmkirina felsefeya Rêbertî bû pêvajoyeke kûrbûnê. Vê yekê jî ruhekî têkoşînê da me hemûyan. Hemû bi hev ve girêdayî ne. Bi taybetî sekna serbilindî ya dayikan a li dijî faşîzmê moraleke mezin da me. Em çiqasî spasiya wan bikin kêm e. Pêvajo ne pêvajoyeke welê bû ku em dest bi greva birçîbûnê bikin, bigihêjin armanca xwe û biqede. Mîna ku Serok dibêje, em hemû tecrîdkirî ne. Ji ber vê yekê divê mirov ji perspektîfeke berfireh lê binerin. Bi sekna dijî tecrîdê re ji bo me hemûyan bû pêvajoyeke perwerdekar."

Ozdîl diyar kir, çalakî bi dawî bû be jî tecrîd bi temamî ji holê ranebû ye, qedexe hatibe rakirin jî ji aliyê qanûnî ve garantiyek nehatiye dayin û got, "Ji bo dewleteke cidî ya hiqûqê soza ku Wezîrê Edaletê daye garantî ye. Tecrîd bi temamî ranebû ye, lê belê welê li faşîzmê hate kirin ku paşve gavê biavêje. Peyameke xurt hate dayin. Ji vî alî ve girîng e."

Ozdîl destnîşan kir, berxwedan ji aliyekî ve rexnedayina 'hevrêtiya kêmmayî' ye û got, "Bi ruhê ji vê berxwedanê derkete holê, divê dema bê li dijî tecrîdê têkoşîn bê dayin. Bidawîbûna greva birçîbûnê nayê wateya bidawîbûna têkoşînê. Divê têkoşîn li qadên cuda, bi şêweyên cuda bidome. Serok jî balê dikişîne ser rêbazên cuda yên têkoşînê. Vê pêvajoyê ji bo me hemûyan têgihiştineke têkoşînê afirand."

Ozdîl 8 hevalên xwe yên di vê pêvajoyê de li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku wê xwedî li têkoşîn û bîranîna wan derkevin.