Ozdemîr mijara cîhadîstan xist rojeva meclîsê

Endama Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê Cansû Ozdemîr, cîhadîstên tund ku tê gotin dema dawî xwe ji nû ve birêxistin dikin, xist rojeva meclîsa eyaletê.

Cîgira Serokê Komê ya Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr, li ser komên "cîhadîst/selefîst/îslamîst" ku hate tespîtkirin li Hambûrgê ji nû ve tevna rêxistinbûnê danîne û karê Tevgera Fûrkan du pêşnûme pirs amade kir.

Di pêşnûme pirsan de Ozdemîr ji hikumeta Eyaleta Hambûrgê xwest bersivê bide ku hêzên ewlekariyê yên Elman bi çi rengî nêzî van koman dibin.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hambûrgê beriya bi çend rojan rapora xwe ya li ser sala 2017'an eşkere kiribû û diyar kiribû ku komên "cîhadîst/selefîst/îslamîst" xwe ji nû ve bi rêxistin dikin. Parlamentera eyaletê ya Partiya Çep Ozdemîr jî pirsî ku ev komên qala wan tê kirin bi taybetî li kîjan mizgeftan xwe bi rêxistin dikin.

KOMÊN TUND XWE ÇAWA BI RÊXISTIN DIKIN?

Ozdemîr ji senatoya Hambûrgê xwest ku eşkere bike, bê li ser komên "cîhadîst/selefîst/îslamîst" çi zane û ev yek pirsî: "Ev rêxistin bi giranî li kîjan taxên bajêr xwe bi rêxistin dikin. Kîjan çalakiyan organîze dikin?"

Ozdemîr bal kişand ser propaganda van koman li medya civakî û înternetê û xwest, bersiv ji vê pirsê re jî were dayin: "Ji bo pêşî li rêxistinbûna van koman a li medya civakî were girtin, projeyeke berbiçav heye?"

Pêşnûme pirsa duyemîn a Ozdemîr li ser Tevgera Fûrkan bû ku hewl dide xwe li Hambûrgê birêxistin bike. Ozdemîr bi bîr xist ku ji bo lîderê vê tevgerê yê li Tirkiyeyê girtî ye Alparslan Kûytûl wê roja Şemiyê xwepêşandanek were lidarxistin û pirsê bê li ser Komeleya Fûrkan kîjan agahî li ber destê hikumeta eyaletê û hêzên ewlekariyê hene.