OTSP: Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin
OTSP: Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin
OTSP: Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin
Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran (OTSP), der barê gireva birçûbûnê ya girtiyên di girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê de daxuyaniyek dan.
Gireva birçîbûnê ya girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê ku 19 jê girtiyên PKK û 2 jî doza Biryargeha Şoregerin ev 32 roje didome. Her wiha di 19’ê Nîsanê de jî 3 girtiyên siyasî bi arman ca piştgiriyê dest bi grevê kirin û ket roja 7’an.
Platfroma Dengê girtiyan û Nemirina der barê mijarê de daxuyaniyek dan û gotin bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
OTSP’ê da zanîn ku vîtamîna B1 nadin girtiyan û şert û mercên wan her diçe xerab dibe. OTSP’ê wiha got: “Malbatên diçin hevdîtina, diyar dikin ku zextên psîkolojîk li ser giriyan zêde bûne û ji bo ku dest ji greva xwe berdin zextan lê dikin. Her wiha ji bo paqijiyê hefteyê rojekê avê didinê, doktor naçin kontrolê û heta çend roj beriya niha xwî û şekir nedidan girtiyan. “
OTSP’ê daxwazên girtiyan wiha rêz kir;
Divê demildest îşkenceya psîkolojîk û fîlî bi dawîbe, derbarê personel de kar û barê edlî –îdarî bê kirin.
Mafê sohbetî ya k u di giştînameya hejmar 45/1 de hatiye sererastkirin divê ji bo hemû kesî wek hev bê pêkanîn.
Divê lêgerî li gorî usulê bê kirin, divê dawî li pêkanînda desteserkirina lênûsan bê dayîn.
Divê terora cezayê dîsîplînê bi dawî be, divê esasê de cezayên dîsîplînê bê betalkirin.
Divê şert û mercên girtiyan bibe şert û mercên ku mirov dikarin têde bijîn.
Divê biryara ji bo sînorkirina 10 kovar û 10 rojname bê rakirin.
Divê guherîna cih li gorî daxwazê bê kirin, li gorî keyfî guherî neyên kirin. her wiha lêgerîna tazî divê bê dawîkirin û rumeta mirovan neyê şikandin.”
OTSP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanî ku divê ev daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û banga ki hemû kesî kir ku bila bibin dengê girtiyan yê derve.