Operasyonên qirkirina siyasî li Lîmbûrg û Romayê hatin şermezarkirin
Li paytexta Îtalya Romayê û l bajarê Lîmbûrg an der Lahn ê Elmanyayê, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan û qedexeya li ser PKK'ê bi meşê hatin şermezarkirin.

ROMA
Navenda Çandê ya Ararat, ku li paytexta Îtalya Romayê ye, li dijî qedexeya li ser PKK'ê meşek lidar xist. Zêdeyî 400 Kurd û dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Faşîst Tirkiye" hatin qîrîn. Meşê ji Pîazza Lodî dest pê kir û heta salona ku 38. salvegera damezrandina PKK'ê lê hat pîrozkirin, dewam kir.
LÎMBÛRG
Li bajarê Lîmbûrg an der Lahn ê Elmanyayê, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd bi meşekê hatin şermezarkirin. Bi qasî 500 kes li dijî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'yî meşiyan.
Tevî Kurdistaniyan gelek Elman jî tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de, li dijî AKP'ê dirûşme hatin qîrîn.