Operasyonên qirkirina siyasî: Li 3 bajaran 44 kes hatin binçavkir

Operasyonên qirkirina siyasî li Manîsa, Stenbol û Îdirê dewam kirin. Di van operasyonan de 44 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî li Manîsa, Stenbol û Îdirê dewam kirin. Di van operasyonan de 44 kes hatin binçavkirin.

MANÎSA

Polîsên Tirk, danê sibehê li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bi ser malên endamên û rêvebirên HDP’ê de girtin. Di serdegirtinê de 20 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emnîyetê ya Navçeyê.

STENBOL

Polîsên Tirk li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin û hat hînbûn ku 7 kesên din jî digerin. 10 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

ÎDIR

Li Îdirê danê sibehê leşkerên ser bi fermandariya Jendermeyan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê bajêr Hasan Safa û gelek endamê meclîsa şaredariyê ya kevn 14 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin şandin Fermandariya Jendermeyan a bajêr.