Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 3 girtî, 13 binçavî
Li Amedê 3 kes hatin girtin, li Agirî, Erzîrom û Îzmîrê jî 13 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê 3 kes hatin girtin, li Agirî, Erzîrom û Îzmîrê jî 13 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê 3 kes hatin girtin, li Agirî, Erzîrom û Îzmîrê jî 13 kes hatin binçavkirin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, zêde dibin.
AMED
Li navçeya Amed Farqînê, 10 kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê dihatin ragirtin, duh bi şev ji nû ve anîn Farqînê û sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçaviyan Kerem Yilmaz, Necat Yuzkan û Kerem Ezer bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
AGIRÎ
Li navçeya Tutax a Agiriyê danê sibehê gelek tîmên taybet bi ser mala Hevserokê DBP'ê yê Tutaxê Bulent Ugul de girtin. Tîmên taybet piştî li malê lêgerîn pêk anîn Ugul binçav kirin. Sedema binçavkirina Ugul nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Tutaxê.
ERZÎROM
Li navçeya Tatos a Erzîromê polîs û leşkeran danê sibehê bi ser malên li taxê Meman, Kulrovî, Hêccergo û Keçelan de girtin. Polîsên ku bi ser mala Hevseroka DBP'ê ya Tatosê Bêrîvan Polat de girtin piştî lêgerînê Polat, dayik û bavê jî di nav de 11 welatî binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin Polat, dayika wê Saliha Polat, bavê wê Muhittîn Polat, Saîme Polat, Huseyîn Demîr, Mehmet Îba, Eşref Îba, Gunduz Narîn, Nasir Ozbey, Cahît Bozkurt û Osman Yildirim binçav kirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Tatosê.
ÎZMÎR
Li navçeya Konakê ya Îzmîrê polîsan di saetên sibehê de bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê Konakê Mahsun Koç ya li semta KadÎfekaleyê de girtin û bi îdiaya ku der barê wî de îxbar heye ew binçav kirin. Koç birin Qereqola PolÎsan a Kadîfekaleyê.