Operasyona Hewîce: Bajarokê Ebasî hate rizgarkirin

Fermandariya operasyona hevbeş a Iraqê ragihand ku bajarokê Ebasî û çend gundên din ên girêdayî navçeya Hewîce kontrolkirine.

Fermandariya operasyona hevbeş a arêşa Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên artêşa Iraqê bajarokê Ebasî û çend gundên derodor ên girêdayî navçeya Hewîce yê rizgarkirine.

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin: “Hêzên polîsên federal, Tûgaya 3 û 4’emîn a Heşdî Şebî, gundên Xerîb 1, Xerîb 2, Kerne, Elkaye, Hecame, Şecre, Mistah, Himud, Xelef, Eblat, Nimêle û Tiweyreyan ên girêdayî Hewîce kontrol kirin.

Her wiha heman hêzan bajarokê Ebasî yê girêdayî Hewîce kontrol kirin. Niha ev bajarok dibin kontrola hêzên Iraqê de ye.”