Onlu: Çekên kîmyewî yan jî yên qedexekirî hatin bikaranîn?
HDP'ê ji hikûmetê pirsî, ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye yan na?
HDP'ê ji hikûmetê pirsî, ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye yan na?
Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, der barê bomberdûmana artêşa Tirk di 16'ê Îlonê de kir, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Parastina Mîllî Mehmet Vecdî Gonul kir.
Di pêşniyar pirsê de hat gotin, "Di 19.09.2015'an de li herêma Otlûbahçe ya navçeya Dêrsim Pulurê, di encama bomberdûmana 2 rojan a artêşa Tirk de 4 PKK'yiyan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 10 hektar erd şewitî. Malbatên ji bo tespîtkirina nasnameyan çûn Saziya Tipa Edlî anîn ziman, ku cenaze di rewşeke neyên naskirin de bûn û bi fikar in ku çekên kîmyewî hatibin bi kar anîn."
PIRSÊN LI BENDA BERSIVDAYÎNÊ NE
Onlu yê HDP'yî, ev pirs li Wezîr Gonul kir:
"Di bomberdûmana 16.09.2015'an de Hêzên Çekdar ên Tirk çekên kîmyewî yan jî çekên bikaranîna wan hatine qedexekirin, bi kar anîn e?
Lîsteya çekên di bomberdûmana van du rojan de hatine bikaranîn, heye?
Eger çekên kîmyewî yan jî yên qedexekirî hatibin bikaranîn, fermana bikaranîna van çekan ji aliyê kê ve hatiye dayîn? Der heqê kesên fermana vê daye de, wê lêpirsîn were destpêkirin?
Dewleta Komara Tirkiyeyê di şerê xwe yê di bin navê têkoşîna li hemberî terorê de, çekên kîmyewî yan jî yên qedexekirî, bi kar aniye?
Di nava Hêzên Çekdar ên Tirk de, çekên kîmyewî yan jî yên bikaranîna wan hatine qedexekirin hene?"