Onlu: Bi piştevaniyê em dikarin heq jê derkevin

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Alîcan Onlu got,''Heke em li hev xwedî derkevin em dikarin heq ji van rojên giran derkevin, bi piştevaniyê û bi xwîşk û biratiyê.''

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji Rêxistinê  Berpirs Alîcan Onlu bal kişande ser ferqa di navbeyna hijmara malbatên ku destekê didine Kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira û malbatên ku hewceyî alîkariyê ne û got, çi kesên ku derfetên wan hene bila destekê bidin.

Onl bal kişande ser kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira, ''Terisanda wê armanca me ye ku daye ber xwe piştevaniya civakî geş bike û mekanîzmayên berevaniya civakê ava bike.''

Onlu bi berdewamî got wan, ''Me 50  navendên koordînasyona krîzê ava kirine, me mekanîzmayeke wiha ava kiriye ku rêxistinên me yên bajar û navçeyan û dezgehên me malbatên me yên ku wê destekê bistînin û destekê bidin tespît bikin.   Ev navendên me yên krîzê ji bo ku herdu aliyên kampanyaya malbatên xwîşk û bira bîn hev hev, têkiliyê bi wan re deyne dixebite''

Onlu got, ''Armanca sereke ya vê kampanyaya me ew e ku rêxistiniya piştevaniya civakî ya di navbeyna gelan û civakan de were kirin û di pêvajoyê de destekeke aktîf bigihînin wan malbatên ku hewce ne.''

Onlu got, ''Hin malbat dest bi destekê kirin ku her meh alîkariyeke madî ya diyar bikin. Hin malbat, sazî û hilbêr jî  bi rengê koliyan destekê didin, ku di koliyan de madeyên hewcehiyên sereke tê de hene.'''

Onlu her wiha diyar kir heta niha wan 21 hezar û 759 malbat tespît kirine ku divê destek li wan were kirin, wan malzemeyên paqijiyê û qûd gihandine 11 hezar û 16'an ji van,  4 hezar û 212 malbatên xwîşk û bira hatine dîtin û têkilî hatine danîn.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê, Berpirsê Rêxistiniyê Alîcan Onlu bal kişande ser ferqa hijmara di navbeyna malbatên hewce û yên ku wê alîkariyê bikin û got, ew armanc dikin ku vê ferqê nehêlin.

Onlu herî dawî got, ''Em tenê dema ku li hev xwedî derkevin, destekeke xurt bidin hev, bi piştevaniya civakî û bi xwîşk û biratiyê dikarin heq ji van rojên giran derkevin.''