Ondul: Mafê tenduristiyê mafê mirov e
Ji damezrênerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Husnu Ondul anî ziman ku agahiyên têkildarî Covîd-19 ên li Tirkiyeyê tên parvekirin ne zelal in, mafê tenduristiyê mafekî yê mirovan e.
Ji damezrênerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Husnu Ondul anî ziman ku agahiyên têkildarî Covîd-19 ên li Tirkiyeyê tên parvekirin ne zelal in, mafê tenduristiyê mafekî yê mirovan e.
Ji damezrênerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Husnu Ondul destnîşan kir ku ji destpêkirina pandemiyê û vir ve Yekîtiya Tabîbên Tirk ji derveyî pêvajoyê hatiye hiştin û got: “Di mijara şewba Koronayê de rastî û şaştî, kêmasî û nebesî di nav hev de ye. Wezîrê Tenduristiyê her şev agahî parve dike, ev rast û di cih de ye, lê di warê naverokê de pirsgirêk heye. Bersiva pirsên kesên bi şewbê ketine li kîjan bajarî ne, çend kes in, kî/ê ne û çawa li xwe nagire. Bi kinahî pirsgirêka ne zelaliyê heye. Dîsa ji derveyî mijarê hiştina Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) bi serê xwe pirsgirêkeke.
Ondul bal kişand ser girtîgehan û diyar kir ku girtîgeh di bin gefekî mezin de ye. Ondul destnîşan kir ku divê li gorî pîvanên ku CPT’ê meha Adarê ragihandî tev bê gerandin û girtî bên berdan.
Ondul bi domdarî got: “Desthilat bi îdeolojî û siyasî nêzîk dibe. Bi boneya Covîd-19 erkên dewletan dubare kete rojevê. Mafê tenduristiyê mafekî yê mirovan û erê dewletê yê parastin û ewlekariyê heye.”
Ondul diyar kir ku qanûna înfazê taybetmendiya qanûna efûyê li xwe digire û got: “Qanûna ku hate erêkirin, di warê hinek sûcan de taybetmendiya efûyê li xwe digire. Ji bo 90 hezar girtiyan zêdetir derketiye. Ji bo sûcên siyasî efû tine, ev li dijî rêgezên wekheviyê ye, qanûeke cihêkar e. Ji ber vê em dikarin bêjin; ‘Efûya Çakici’ an jî ‘Qanûna Çakici’.
Desthilata siyasî tercîh û tasarûfek kir, yanî cihêkarî kir. Di ferqa vê de bû û kir, ne ku ne bi zanabûn kir. Di sedemê qanûnê de qala Covîd-19 tê kirin. Weke ku vîrûs bi siyasiyan nakeve. Li vir jî cihêkariyê dike. Xeterî ji bo her kesê ye.”