‘ZINDAN JI BO ME QADÊN TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ NE’
Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder li 2. Kongreya Asayî ya Bajêr a HDP’ê ya Mersînê axivî.
‘AKP WELAT KIRIYE ZINDANA MEZIN’
Onder di kongreyê de got AKP welat kiriye zindaneke mezin, diyar kir ku zindan ji bo wan qadên berxwedanê ne, ew ê li berxwedana zindanan xwedî derbikevin û wiha domand: ‘’ Zindan li pêş berxwedan û têkoşîna me ne asteng e. Li pêş serfiraza me ya demokratîk wê tiştek nebe asteng. Ew der ji bom e tenê qadên berxwedan û têkoşînê ne. Hevalên me yên li wan deran ji bo ku ev berxwedan nîşan dane niha li ser piyan in.’’
‘TENÊ OCALAN DIKARE RONKAHIYA AZADIYÊ HILGIRE’
Onder bi domdarî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, 3 salan bi Ocalan re li ser aştiyê xebitîne, bi bîr xist ku ji mêj ve ye ku Ocalan di odeyeke çend metroyî de tê girtin û wiha domand: ‘’Ji bo ku herêm demokratîk û azad bibe pêdivî bi Ocalan heye, tekane kesê ku herêmê analîz dike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi Birêz Ocalan re em 3 salan li ser aştiyê xebitîn, ev ji bo min şanaziyek e. Heke zindan arîşe ba wê ji bo Ocalan wiha ba. Zindan ji bo me ne asteng e. Ji bo me qada berxwedanê ye. Derbarê rewşa kaotîk û şer a herêmê pêşniyara herî rast a Ocalan e. Ocalan tekane lîder e ku dikare ronkahiya azadî û demokrasiyê ya herêmê hilgire.’’
‘EV GEL NIKARE WERE ŞIKANDIN’
Onder bal kişande ser zextên li ser çapemeniya azad jî û got, ‘Em ji rojên dijwar derbas bûn. Em çapemeniya azad slav bikin. Dema ku telefon û înternet a nûçegihanên li hundir nebû, dema ku kêm telefon hebûn, kuçe bi kuçe, mal bi mal, dikan bi dikan rojname belav kirin. Li quncikan hatin kuştin. Ên 7 salî jî hebûn, ên 70 salî jî. Wê dema faîlî meçhûl, ku faîl dewlet bû, yek mirov bi paş ve gav neavêt. Ev gel dikare were şikandin? Heke me ew zilm têk şikandibin em dikarin niha jî têk bişikînin.’’
Piştî ku raporên xebat û darayî hatin xwendin bi yek lîsteyê çûne hilbijartinê. Fatmagul Demîrtag û Murat Baykan bûne Hevserokê HDP’ê yên Bajêr ên Mêrsînê.