Onder: Hikûmetê ji êrîşê re bingeh amade kir

Sirri Sureyya Onder ê HDP'yî, êrîşa li hemberî avahiya xwe ya navenda giştî weke 'dewama provokasyona Agirî' bi nav kir û destnîşan kir ku hikûmetê ji êrîşê re bingeh amade kiriye. Onder diyar kir ku ew ê ewlekariya xwe bi xwe bikin.

Sirri Sureyya Onder ê HDP'yî, êrîşa li hemberî avahiya xwe ya navenda giştî weke 'dewama provokasyona Agirî' bi nav kir û destnîşan kir ku hikûmetê ji êrîşê re bingeh amade kiriye. Onder diyar kir ku ew ê ewlekariya xwe bi xwe bikin.

Li konaka Buklumê danê sibehê bi wesayîtekê gule li Navenda Giştî ya HDP'ê hat reşandin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat.

'KESEK JI BER XWE VE GULEYAN NAREŞÎNE'

Parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da ANF'ê û got, "Îro ber destê sibehê saet di 04:00 de, bi wesayîteke spî ya plaqeya wî nayê zanîn, êrîşkarên ku bi dîtina me gelek kes bûn, gule li avahiyê reşandin. Kengî em pê hesiyan, em hatin. Polîsên nobedar ên li ber avahiyê li pişt wesayîtê bi guleyan bersiv dane. Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê û hwd. ancax saet di 10'an de hatin. Em jî li vir in."

Onder da xuyakirin ku êrîş dewama provokasyona Agirî ye û anî ziman ku ji bo HDP di binê bendê de were hiştin hewl tê dayîn weke partiyeke di nava şîdetê de bê nîşandan. Onder got, "Kesek ji ber xwe ve nabêje ez rabim biçin wê derê û guleyan bireşînim."

'AKP'Ê ZEMÎN AMADE KIR'

Onder da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ji êrîşên li hemberî wan re zemîneke cidî amade kiriye û êrîşa li hemberî HDP'ê ya li navçeya Antalya Serîkê bibîr xist û got, "Wezîfedarê hikûmetê nabe ku bi êrîşkaran re bazariyê bike û tabelaya avahiyê deyne. Êrîşa li hemberî avahiya partiyê sûc e. Ya ku di vir de divê were kirin jî bazariya bi êrîşkar re nîne. Ya ku li Serîkê rû da ev e. Em hilbijartina bihurî ji bîr nekin; tabelaya li Fethiyeyê, ji aliyê wezîfedarên dewletê ve hatibû daxistin. Ev hemû helwestên ku cesaretê didin êrîşkaran e."

Onder axaftina xwe wiha dewam kir: "Vana dixwazin dîwaran di navbera me û gel de lê bikin. Dixwazin em xwe bêparastin, di bin êrîş û gefê de bibînin û bi vî rengî bendan di navbera xwe û gel de deynin. Ev ek helwesteke ku em qebûl bikin nîne. Em ê parastina xwe bi xwe bikin, lê belê em ê di navbera xwe û gel de dîwaran lê nekin."

HIKÛMETÊ NEGOT 'DERBASBÛYÎ BE'

Parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got, "Em ji cîranên xwe re spas dikin. Bi sedan ji wan bi pasta û çayê hatin serdana me û ji me re gotin derbasbûyî be. Her wiha bi sedan ji wan telefon kirin, rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin werin serdanê. Gel êdî mîna berê nakeve bin bandora van provokasyonan" û anî ziman ku rayedarên hikûmetê ji wan re negotina 'derbasbûyî be'.