Onder: Dikarim bibim namzet
Onder: Dikarim bibim namzet
Onder: Dikarim bibim namzet
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder beriya kongreya HDP'ê axivî û diyar kir ku, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dibe ku ew jî bibe namzet û dibe ku hevalên wî jî bibin namzet.
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê BDP Sirri Sureyya Onder, beşdarî merasima vekirina avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sancaktepe bû. Li gel Onder bi hezaran kes beşdarî merasima avahiya BDP'ê ya li ser kolana Ataturkê bû. Di merasimê de endamên MYK'ê, MP BDP, DÎAY-DER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
Girseyê di merasimê de pankarta "Rêbertiya Azad, Jina Azad, Kurdistana Azad" vekir û bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Her der Taksîm, her der berxewdan" qîr kirin. Girsyê di merasima vekirinê de alên PKK, KCK, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan vekir. Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevseroka BDP'ê ya Sancaktepe Elif Gul axaftina vekirinê kir û diyar kir ku, wan ji bo partiya xwe û doza xwe gelek bedelên giran dene û dê ji bo parastina van bedelan têkoşina xwe berdewam bikin. Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bingul jî anî ziman ku, ji bo wan Navçeya Sancaktepe li gorî navçeyên Stenbolê ya herî girîng e.
‘RASTIYA KURD BI TÊKOŞÎNÊ DERKET HOLÊ’
Piştî peyam hatin xwendin, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî anî ziman ku, Kurd bi bedelên giran gihiştine vir û wiha got: "Rastiya gelê Kurd êdî aşkere bûye. Ev rastî bi têkoşînê pêk hatiye. Ev dê bi têkoşîna HDP'ê berdewam bike. Ev sîwan bi tevlebûna 40 rexistinan pêk tê. Ev sîwana HDP ji niha ve serkeftina yekîtiya hemû rêxistinan li hev kom bike bi dest xistiye.
Onder bal kişand ser hilbijartinê û sîstema hikûmet û îxtîdarê û wiha got: "Yên îxtîdarê ji jor ve yên jêr hildibijêre û hilbijartinek navendî pêk tê. Lê yê me ji jêr ve ber bi jor diçe. Yên me gel hildibijêre û xwe bi rêve dibe. Ne rant heye û ne jî berjewendî heye. Em di hilbijartinên şaredariyan de tenê bajar koordîne dikin. Yê ku rêveberiyê dike gel bi xwe ye. Namzetên me hemû gelê me û hevparên wan in.
Onder da diyarkirin ku, HDP'ê namzetên xwe yên Rêveberiyên Herêmî hêj hilnebijartine û wiha berdewam kir: "Dê di nêzîk de HDP kongreya xwe pêk bîne. Dê di kongreyê de namzet jî diyar bibin. Niha ez çi bêjim zû ye. Dibe ku ez jî bibim namzet û dibe ku hevalê min jî bibe namzet. "
Pişti axaftinan avahiya nû bi merasimekê hat vekirin. Di vekirinê de şahî hat lidarxistin û hunermendan stran gotin.