Olûç: Em ê li Kurdistanê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir, wê li Kurdistanê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin. Olûç got, "Em bi navê demokrasiyê fedakariyê dikin" û diyar kir, wê li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê namzetan nîşan nedin.

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç li Navenda Giştî ya partiyê li ser hilbijartinên xwecihî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Olûç diyar kir, wan ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser binpêkirina pîvanên hilbijartinê daxwaznameyeke berfireh amade kirine û got, li 11 bajar û 35 navçeyan wan îtiraz li 37 hezar hilbijêrî kirine.

Olûç ragihand, wan ji desteyên hilbijartinê yên navçeyan ên pêwendîdar xwestine ku li rewşa 37 hezar hilbijêrî bipirsin, lê belê 95 ji sedî yê îtirazên wan nehatine qebûlkirin.

'EM Ê DAWÎ LI DAGIRKERIYA QEYÛMAN BÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Olûç daxuyaniyeke Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Erdogan bi bîr xist ku berî çend rojan gotibû 'Me şaredarî ji HDP'ê stand û radestî qeyûman kr'. Olûç li ser mijarê got, "Rast e, ji HDP'ê standin, dest danîn ser 96 şaredariyên me, dest danîn ser îradeya gel û radestî qeyûman kirin. Lê belê di dema bihurî de ev yek derkete holê: Qeyûman gelekî karên ne li rê kirn. Qeyûman êrîşî nirx, çand û zimanê dayikê yê gel kirin. Bûn sedema nerazîbûna gel."

Olûç diyar kir, encamên hilbijartina 24'ê Hezîranê nîşan dan ku HDP li cihên qeyûm lê hatine bicihkirin bi qasî ku şaredariyê bi dest bixe, xwedî deng e.

FEDAKARIYA BI NAVÊ DEMOKRASIYÊ

Salûhan Olûç li ser rê û rêbazên xwe yên karê hilbijartinê jî anî ziman ku ew ê li ser du xalan tevbigerin. Olûç diyar kir, xala yekemîn a karê wan ew e ku li bajarên Kurdan ên qeyûm lê hatine bicihkirin, bi ser bikevin, şaredariyên xwe yên hatine desteserkirin ji nû ve bi dest bixin û hejmareke zêdetir şaredariyan werbigirin.

Li ser xala duyemîn jî Olûç ragihand ku ew bi navê demokrasiyê fedakariyê dikin û di vê çarçoveyê de wê li hin bajarên mezin, bajar û navçeyan namzetan nîşan nedin.

Li gorî daxuyaniya Olûç wê li bajarên mezin ên Stenbol, Îzmîr û Edeneyê namzetan nîşan nedin.

Ji bo namzetê wan ê Hevşaredariya Dersimê jî Olûç got, wê 31'ê Çileyê li Dersimê daxuyaniyekê bidin û namzetan li wir eşkere bikin.