Olûç: Dixwazin Komara Qeyûm a Tirk ava bikin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û got, "Dixwazin Komara Qeyûm a Tirk ava bikin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê û parlamenter Sarûhan Olûç, tayînikrina qeyûman li Şaredariyên HDP'î weke binpêkirina îradeya gelê Kurd pênase kir. Olûç bi bîr xist 53 ji 65 şaredariyên HDP'î hatine desteserkirin û destnîşan kir, di dema şewba vîrûsa koronayê de jî êrişên li dijî HDP'ê kêm nebûne. Olûç bi bîr xist, karê sereke yê desthilatdariyê tayînkirina qeyûman li 8 şaredariyan bû û got, "Ya balkêş ew e, her 8 şaredariyên me jî di dema şewba vîrûsa koronayê de ji bo tenduristiya gel karekî cidî kiribûn.

Bi vî rengî bêdudilî yekser şaredariyên ku ji bo tenduristiya gelê Kurd dixebitîn bêbandor kir. Qîma xwe bi wê jî neanî, rabûn beriya du hefteyan li 5 şaredariyên me yên din jî qeyûm tayîn kirin û bi vî rengî di dema şewba vîrûsa koronayê de bi giştî li 13 şaredariyên me qeyûm danîn. Ev yek gelekî eşkere ye. Em timî dibêjin; Dixwazin 'Komara Qeyûm a Tirk' ava bikin. Hiqûqa hilbijartinê ji holê radikin. Îradeya gelê Kurd li pêş çavan binpê dikin. Ji gelê Kurd re dibêjin, 'eger hûn ên ku em dixwazin hilnebijêrin em ê jî qeyûm deynin şûna wan'.

Ji 65 şaredariyan tenê 12 şaredariyên me man. Wê gavên bi heman rengî li dijî van şaredariyan jî biavêjin. Ji ber ku li gorî mejiyê vê desthilatdariyê, kîjan dever di hilbijartinê de nekariye bi dest bixe, wê bi rêya qeyûm desteser bike. Ya jî mîna li rojavayê welêt li bajarên mezin tên dîtin, dema ku nekarî desteser bike wê wan şaredariyan bêbandor bike. Bi rengekî vekirî îradeya gel binpê dikin, mafê hilbijartinê ji nedîtî ve tên."

'XWE LÊ RANEGIRIN'

Olûç bal kişand ser operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosa û DBP'ê û got, "Li Amedê 12 kes girtin. Saziyên ku operasyon li dijî wan hate kirin, li ber tundiya li jinê radibin û piştevaniya jinê xurt dikin. Komeleyeke ku piştgiriyeke xurt dide têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan. Nikarin xwe lê rabigirin. Nikarin xwe li têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan a li cografyaya Kurdan rabigirin. Vê jî têrê nekir li Cizîrê hewl dan avahiya partiya me bişewitînin.

Di destê me de dîmenê êrişê heye. Bi ser neketin, lê belê provokasyoneke cidî hate kirin. Ev yek çima li Cizîrê kirin? Ji ber ku dixwazin ku li Cizîrê bersiv bê dayin. Çi di dema şewbê de be çi jî di demeke cuda de be, ev desthilatdarî timî derbeyê li siyaseta demokratîk dixe. Bi taybetî hewl dide HDP'ê bêbandor bike û ji aliyê siyaseta demokratîk ve tasfiye bike."

GIRÎNGIYA TIFAQA DEMOKRASIYÊ

Olûç destnîşan kir ku bi navê HDP'ê ji kongreya xwe û vir ve bi perspektîfa Tifaqa Demokrasiyê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, sendîkayan, rêxistinên pîşeyî, partiyên siyasî û her kesên xwedî wijdan û demokrat dikin.

Olûç got, "Divê Tifaqa Demokrasiyê bê xurtikrin. Di çarçoveya pîvanên demokratîk de mirov li hev kom bibin. Parçeyê herî xurt ê vê kombûnê HDP û saziyên wê ne."