Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi bîr xist ku Malbata Şenyaşar hate qetilkirin, dayika wan a ku çalakiya edaletê dike tê astengkirin û got, "Ev yek bêwijdanî ye."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Olûç mijarên şewbê, têkçûna aboriyê, polîtîkayên şer ên rejîma AKP-MHP'ê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên ji bo berdana Demîrtaş bi berfirehî nirxand û bal kişand ser kiryarên li dijî malbata Şenyaşar.

Olûç têkildarî nîqaşên li ser maf, hiqûq û edaletê got, "Di vî warî de gelek mijar hene ku divê li ser bê axaftin. Ez ê wêneyekî nîşanî we bidim. Ev wêne ji Rihayê ye, ji Malbata Şenyaşar. Em ji sala 2018'an hati vê derê. Ji darizandinê encamek derket? Na. Dayikê dest bi nobeda edaletê kiriye, bi tena serê xwe li ber Qesra Edaletê. Dayik çi dixwaze? Dixwaze bi dozger re hevdîtinê bike. Dozger hevdîtinê qebûl nake. Dozger vê dayikê qebûl nake. Ev jî têrê nake, dozger destûrê nade ku dayik li ser pêlikên Qesra Edaletê rûnê. Ev yek bêwijdanî ye. Ji malbatekê sê kesî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hesabê vê bipirse. Ev yek mînak e. Gelek mînakên mîna vê hene. Daxwaza hiqûqî û mirovî tê kirin."