OHD: Saetek jî girîng e

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê grevên birçîbûnê diyar kir ku êdî saet jî girîng in û xwestin bila tecrîd were rakirin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê tecrîda Îmraliyê û grevên birçîbûnê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji ber ku desthilatdarî vê daxwaza mafdar û rewa nabînin, 8 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo ku rayedar peywira xwe bi cih bînin di 30’ê Nîsana 2019’an de 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine. Di bê qonaxê de êdî ne bi tenê roj, saet jî girîng in.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin êrîşên polîsan ên li ser dayikên aştiyê û hate xwestin ku bila tecrîd were rakirin.