OHD’ê li dijî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da

OHD’ê ji bo Baroya Stenbolê li dijî tecrîda li Îmraliyê bikeve tevgerê serî li Baroya Stenbolê da û bang li rêxistinên hiqûqê kir.

SERLÊDANA TECRÎDÊ

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, serî li Baroya Stenbolê dan. Piştî serlêdanê li Baroya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka OHD’ê Eda Onal li ser navê parêzeran axivî.

Eda Onal da zanîn ku ev 3 sale tu agahî ji girtîgeha Îmraliyê tuneye û ji 2015’an heta niha tevî serlêdanên ji bo girtiyên din Hamîlî Yidirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahî tuneye û parêzeran yek carê jî hevdîtin nekirin. Onal da zanîn ku tu îzahata hiqûqî ya astengkirina mafê hevdîtinê  tuneye. Onal da zanîn ku her kes tecrîdê baş dizane û got li holê ye ku tu mînaka vê li cîhanê tuneye. Onal balkişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û wiha domand: “Tecrîd di heman demê de tê wateya neçarseriya pirsgirêka Kurd. Li dij tecrîdê heta niha gelek hewldan hatin dayîn.  Kampanya û xebat hatin meşandin. Serlêdan ji bo CPT hat kirin. Lê hewldan bê bersiv man. Bersivek erênî nehatiye dayîn. Em li dijî tecrîdê Yektiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan careke din vedixwînin peywirê."