OHD: Êrişê dibin ser azadî û jiyana Gergerlîoglû

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) nerazîbûn nîşanî girtina Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû da.

Di daxuyaniya Navenda Giştî ya OHD'ê de işaret bi binpêkirina mafên mirovan a di dema destgîrkirina Gergerlîoglû de hate kirin.

OHD'ê diyar kir ku cezayê girtinê yê li Gergerlîoglû hatiye birîn binpêkirina azadiya îfadeyê û darziandina adîl e û wiha dewam kir, "Betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû binpêkirina mafê hilbijartinê û hilbijêran e. Nêzîkatiyên bêhurmetiyê li korîdorên meclîsê û li malê, destgîrkirina Gergerlîoglû bi vî rengî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Li gel rapora doktor jî xistina girtîgehê hem binpêkirina mafê tenduristiyê hem jî bicihanîna hiqûqa ceza ya dijmin e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di têkoşîna mafên mirovan de em bi Omer Farûk Gergerlîoglû re ne. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku li gorî peymanên navneteweyî û destûra xwe ya bingehîn tebigere; bang li her kesên alîgirê mafên mirovan, aştî û demokrasiyê dikin ku li ber vê bêhiqûqiyê rabin, têbikoşin."