Ogmen ê nexweş, astengdar û mehkûmî text bûye

Însyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişandin ser rewaş nexweşê girtî ku ji sedî 40 astengdar e Yûsûf Ogmen.

Însyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di hefteya 249’an de bal kişandin ser rewşa Yûsûf Ogmen ê li Girtîgea Aydin Soke.

Endamê ÎHDê Avnî Kalkan diyar kir ku Ogmen 5 sal in nexweş e û ji sedî 40 jî astengdar e.

Kalkan got: “Nikare pêwîstiyên xwe yên asayî jî bikar bîne. Ji ber ku kes nemaye ku xwarin ji bo wî bîne, bibe ber hewayê, cilê wî bişû, wî bibe odeya televîzyonê, heta ku hinek bên li ser text dimîne û tena serê xwe ye.

Kalkan diyar kir ku divê tavilê Yûsûf Igmen bê berdan.