Obama ji bo girtina Guantanamoyê dê bikeve tevgerê

Obama ji bo girtina Guantanamoyê dê bikeve tevgerê

Hate aşkera kirin ku, Serokê DYA’yê Barack Obama piştî çalakiya birçîbûnê ya li Guantanamoyê nîqaş derbarê girtîgehê de derketin, ji bo girtina girtîgehê ket tevgerê. Obama ji bo Guantanamoyê got, “Ne li gorî nasnameya DYA’yê ye.”

Obama di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, ‘gûmanbarên terorê’ di dadgehên sivîl de bêne darezandin dê hîn baştir be û got, ew dê vê mijarê bîne rojeva Kongreyê. Obamayê ku destnîşan kir ku, “Bê berheme û zirarê dide sekna me ya li qada navnetewî, li gel mutefîkên me hewildanên me yên di mijara tekoşîna li dijî terorê lewaz dike, ji bo hêzên zêde îstîhdamê ava dike. Pêwîste bê girtin.” Obama anî ziman ku, Guantanamo bûye ‘pirsgirêkekî direng mayî’ û ger neyê girtin dê rewş hîn xirabtir bibe.

Ji 166 girtiyên li Guantanamoyê 100’an di çalakiya birçîbûnê de ne. Li Guantanamoya ku têgotin, bi zorê xwarinê didin hinek girtiyan, personelê zêde yên tenduristiyê şandin.

Obama ku peyam da Kongreyê jî û da diyarkirin ku, ji bo demê darezandina girtiyên li Guantanamoyê bê diyarkirin, di mijara çareseriya darezandina demdirêj ew dê piştgiriyê bidin Kongreyê.

Li baregeha leşerî ya li Kendeva Guantanamo ya li Kubayê, ji sala 2001’an ve bisedan gûmanbarên El Qaîde û Telîbana têne girtin, hêjan derneketine beramberî dadgehê.