NY: Êzidî bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ye

NY: Êzidî bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ye

Alîkarê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Ivan Simonovic da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşa li hemberî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê re, hewl dane Êzidiyan qir bikin.

Alîkarê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ivan Simonovic di dema vegera ji Iraqê de bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, di êrîşa li dijî Êzidiyan xeteriya qirkirinê hebû."

Simonovic destnîşan kir ku di êrîşên DAIŞ'ê yên 3'ê Tebaxê li hemberî Şengalê de, li gorî agahiyên şahidên bûyerê bi hezaran Êzidî hatine qetilkirin, bi awayekî zindî hatine definkirin û hatine kolekirin.