NY a ku tecrîda Îmraliyê anî rojeva xwe, ji Tirkiyeyê parastin xwest

Raportorê Taybet Maeda Naoko di rûniştinên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê de mafê axaftinê girt. Maeda Naoko bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û têkildarî vê yekê ji Tirkiyeyê parastin xwest.

8’ê Tîrmehê li Palais de Wilson a girêdayî Ofîsa Cenevre ya NY’ê, Rûniştinên 80’emîn a Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî destpê kir. Rûniştin dewam dike.

Di çarçoveya rûniştinan de, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê diqewimin tên nirxandin û nîqaşkirin. Raportorên Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ku têkildarî Tirkiyeyê rapor pêşkêş kirine û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan dibin.

GUHDARÎ RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL HATE KIRIN

16’ê Tîrmehê roja Sêşemê nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl têkildarî Tirkiyeyê rapor pêşkêşî Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Komîte û nûnerên rêxistinan bi rengekî ku ji çapemeniyê re girtî, hatin ba hev û guhdarî semînerên têkildarî raporên navborî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku me ji kulîsan wergirtine, gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li vir mafê axaftinê girtine, bal kişandine ser asta binpêkirinên mafan ên li welêt pêk hatine û destnîşan kirine ku Tirkiye, Peymana Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê bi cih nayîne.

Di beşa roja îro ya rûniştinan de jî, destpêkê dewleta Tirk rapora xwe pêşkêş kir. Piştî şandeya Tirk, Raportorên Taybet ên Komîteya Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê Bakhtiyar Tuzmukhamedov û Maeda Naoko di çarçoveya roporên têkildarî Tirkiyeyê de, semîner dan.

TUZMUKHAMEDOV: DIVÊ PÊŞNIYAR BÊN BICIHANÎN

Destpêkê ji raportorên taybet Bakhtiyar Tuzmukhamedov mafê axaftinê girt û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê. Bakhtiyar Tuzmukhamedov destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mafê girtiyan a hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin û gelek bûyerên din ên mîna vê hene. Tuzmukhamedov diyar kir ku di Rûniştinên Li dijî Êşkenceyê ya NY’ê de gelek pêşniyar ji bo Tirkiyeyê hatibûn kirin, lê evane nehatine bicihanîn.

RAPORTORA TAYBET NAOKO PIRSA ÎMRALIYÊ KIR Û PARASTIN XWEST

Piştî Tuzmukhamedov, Raportora Taybet Maeda Naoko jî têkildarî binpêkirinên mafan pêşkêşiya xwe kir û ji bo şandeya Tirk bersivê bide çendek pirs kir. Naoko, da zanîn ku ji ber qanûnên “têkoşîna li dijî terorê” li Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên jiyîn û got ku ev qanûn li dijî parastvanên mafanên mirovan, rojnameger û derdorên muxalîf tên bikaranîn.

PIRSA ÎMRALIYÊ JI TIRKIYEYÊ KIR

Naoko, daxuyand ku bi taybet jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê ji wan re gelek rapor tên şandin û bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Naoko, da zanîn ku li gorî raporên hatine ber destê wan ev zêdetirî 3 sal in girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin nikarin bi tu awayî bi cîhanê re têkiliyan deynin û ev tişt anî ziman: “Ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji 4 girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nehatine girtin. Destûra hevdîtinên bi parêzeran re nayê dayîn. Tevî hewldanên dîplomatîk jî derheqê rewşa girtiyan de tu agahî nayên girtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya niha di doza Abdullah Ocalan de biryar dabû ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Weke komîteyê em dixwazin sedema rewşa li Îmraliyê bê vegotin.”

Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê dê hem li gorî raporên xwe hem jî li gorî yên rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî binpêkirinan pirsan ji rayedarên dewleta tirk bikin. Tirkiye jî dê hewl da bersiva pirsan bide.

NÊZÎ 30 RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL, RAPOR PÊŞKÊŞ KIRIN

Mîna OHAD, TOHAV, Buroya Sedsalê, ÎHD, OMCT, HRW û gelek rêxistinên din ên neteweyî û navneteweyî, nêzî 30 rêxistinên civakî yên sivîl di van rûniştinên têkildarî Tirkiyeyê de rapor pêşkêş kiribûn.