Li ser navê Stêrk Tv xebatkar Gûlê Algûnerhan û Ronahî TV Rodî Melek, ji aliyê Sekretera Giştî ya Sendîkaya Rojnamevanên Netewî ya Fransa Domînîqûe Pradalie ve hatin pêşwazî kirin.
Di civîna li navenda sendîkayê ya Parîsê pêkhatî de, biryara qutkirina weşanên Televziyonên Kurd hat gotûbêjkirin. Rojnamevanên Kurd di derbarê qutkirina weşanên her 3'ê televziyonên Kurdî de agahî da Domînîqûe Pradelîe yê. Nûnerên Stêrk û Ronahî TV’yê Gûlê Algunerhan û Rodî Melek diyr kirin ku Eûtelsat hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike û dixwazîn weşanên televziyonan qut bikin.
Sekretera Giştî ya Sendikaya Rojnamevanên Netewî ya Fransa SNJ'ê Domînîqûe Pradalîe jî diyar kir ku li gel rojnamevanên Kurd in û piştgiriyê dide wan û got: "Niha 150 rojnamevan di girtîgehê de ne. Em ji hemû zext û êrîşên li ser çapemeniyê tên kirin bifikarin. Lê belê zext û êrîşên li ser we gelek bi fikartire. Ji ber ku dixwazin dengê birayên me Kurdan qut bikin. Di heman demê de dixwazin mafê agahî girtina temaşevan ji asteng bikin."
Domînîqûe Pradalîe desnîşan kir ku wê zext û êrîşên li ser televziyonên Kurdan bişopînin û têkildarî mijarê wê daxuyaniyekî bidin çapemeniyê, di heman demê de wê di platformên têkildar de bînin rojevê.