Nûçeya ANF'ê kir ku Qeyûm bi lez û bez logoyê rake

Qeyûmê ji aliyê rejîma AKP'ê ve li Şaredariya Erdîşê hate bicihkirin, piştî ku nûçeya me ya li ser logoyê hate weşandin bi lez û bez logoya dizî bû, rakir.

ANF'ê derxistibû holê, ku logoya Şaredariya Erdîşê ya bi fermana qeyûm Mehmet Şîrîn Yaşar hate guhertin û ji 10'ê Cotmeha 2016'an û vir ve ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve tê bikaranîn, logoyeke malê diziyê ye.

Piştî ku nûçeya me ya li ser mijarê hate weşandin, qeyûm kete nava teşqeleyê û bi lez û bez pêşbirkek ji bo logoya nû da destpêkirin. Qeyûm, projeya xwe ya li ser logoya nû, ji malpera fermî ragihand.

Li gorî agahiyan, 150 hezar TL li vê logoya malê diziyê çûye.

Nûçeya ANF'ê ya li ser mijarê:

http://anfkurdi.com/rojane/qeyume-li-erdise-logo-ji-dizi-ye