Nûçegihanê ANHA’yê li Şêxmeqsûdê birîndar bû

Nûçegihanê ANHA’yê li Şêxmeqsûdê birîndar bû

 Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê Lezgîn Hawar di êrîşa koma çekdar a li ser Taxa Şêxmeqsud de birîndar bû.

Komeke çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî êrîşî Taxa Şêxmeqsud Xerbî kir û di encamê de ji sivîlan birîndar hene.

Di êrîşê de Nûçeghana Ajansa Nûçeyan a Hewar (ANHA) yê Lezgîn Hawar ê ku bi armanca şopandina rastiya bûyerê li herêmê bû hedefa guleyên koma çekdar û di encamê de birîndar bûye. Lezgîn rakirin nexweşxaneyeke ji yên awerte li taxê hatine çêkirin.