NÛÇE TV êdî li ser telefonên mobîlê ye
NÛÇE TV êdî li ser telefonên mobîlê ye
NÛÇE TV êdî li ser telefonên mobîlê ye
NÛÇE TV, ji niha û pê ve di telefonên mobîlê yên bi înternetê ve girêdayî de, dikare were temaşekirin.
Ji navnîşana www.nuce.tv hemû weşanên NÛÇE TV yê, li ser telefonên mobîlê û kompûterên tabletê de dikare bê temaşekirin. Di telefonên Samsûng, Blackbarry, HTC, Sony û tabletan de, bi hêsanî weşanên NÛÇE TV yê dikarin bên dîtin.
Mirovên dixwazin li ser telefona xwe li NÛÇE TV temaşe bikin, dikarin têkevin malpera înternetê ya nuce.tv, vê pêkanînê daxînin û dûre bikar bînin.
Her weha telefonên ji bingeha Androîtê û tablet jî ji bo li weşanên NÛÇE TV yê temaşe bikin, dikarin vê xizmetê ji vê malperê http://nuce.tv/nuce.apk peyda bikin.