NPG: Der heqê mirina 3 leşkerên li Geverê de fermana me nîne
NPG: Der heqê mirina 3 leşkerên li Geverê de fermana me nîne
NPG: Der heqê mirina 3 leşkerên li Geverê de fermana me nîne
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), da xuyakirin ku der heqê bûyera kuştina 3 leşkerên li navçeya Colemêrg Geverê de ti fermana wan nîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku ti eleqeya yekîneyên me yên rêxistinbûyî bi vê bûyerê re nîne jî, lêkolîna me ya der heqê bûyerê dedewam dike." Destnîşan kir ku destpêkirina operasyoneke berfireh a li Cûdî, ku bi îdîaya revandina 8 kîs zibil ê di hundirê qemyonekê de tê meşandin, manîdar e. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel destnîşan kir ku hin agahiyên hatine nepixandin, ji bo bingehê ji êrîşên operasyonî bên amadekirin, tên bikaranîn.
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye: "Di 25'ê Cotmehê de, di şerekî li Qaxizmanê de hêzên ewlekariya Tirk, 3 gerîlayên me şehîd xistine. Li hemberî her şêweyên êrîşan weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, mafê me yê bersivdayînê heye.
Lê belê der barê bûyera kuştina 3 leşkerên li Geverê de, ti fermaneke me ya hatiye dayîn nîne. Tevî ku ti eleqeya yekîneyên me yên rêxistinbûyî bi vê bûyerê re nîne jî, lêkolîna me ya der heqê bûyerê dedewam dike.
'MANÎDAR E KU JI BO 8 KÎSÊN ZIBIL OPERASYON HATIYE DESTPÊKIRIN'
Li Cûdî, bi îdîaya revandina 8 kîsên zibil destpêkirina operasyoneke berfireh a li Cûdî rewşeke manîdar e. Diyare ku agahiyên şaş û nepixandî yên der heqê vê qemyonê de hatine dayîn, ji bo ji êrîşên operasyonî re bingehê amade bike, tên bikaranîn. Girîng e raya giştî ya demokratîk baweriya xwe bi agahiyên bi vî rengî şaş û nepixandî nîne."