NPG: Bersiva li bîranîna şehîdên Şengalê wê azadiya Şengalê be

NPG: Bersiva li bîranîna şehîdên Şengalê wê azadiya Şengalê be

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin, ku di çalakiya dawî ya li Cudalê-Şilo de, 5 fermandar û şervanên tevgera azadiyê gihandibûn, jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê got, "Bersiva li bîranîna rêhevalên Dilgeş, Genco û Armanc, wê azadiya Şengalê be."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji roja 3'ê Tebaxê dema destwerdana li êrîşên li hemberî Şengalê û vir ve, bi armanca bicihanîna wezîfeya parastina gel û qadê ya li Şengalê, berxwedaneke gelekî mezin nîşan daye.

Navendê got, "Îro li Şengalê, gelê me bi welatparêzî û fedekariyeke mezin, li gel hemû zor û zehmetiyan ji Şengalê dernakeve, li cem hêzên berxwedanê cih digire û helwesta tevlîbûna li berxwedanê nîşan dide" û ev xal destnîşan kir:

"Tevgera me ji roja 3'ê Tebaxê dema destwerdana li êrîşên li hemberî Şengalê û vir ve, bi armanca bicihanîna wezîfeya parastina gel û qadê ya li Şengalê, berxwedaneke gelekî mezin nîşan daye. Ev berxwedana mezin a bi rêheval Genco destpê kir, bi Armanca û Karkeran mezin bû û herî dawî jî xwe gihand ehîdên Cudalê-Şilo, wê ji niha û pê ve jî dewam bike û bi biryardariyeke mezin veguhere pêngaveke rizgariya Şengalê.

Di çalakiya dawî ya Cudalê-Şilo de, 5 fermandar û şervanên me yên giranbuya yên tevgera me ew gihandine, gihîştine şehadetê. Di nava van şehîdên me yên giranbuha de hevalê Dilgeş Rojhilat (Îsmaîl Azadîxan) endamê rêveberiya bilind a Fermandariya me ya Şengalê bû û salên dûr û dirêj li qadên bakur di astên cuda de wezîfe girtibû ser milê xwe. Şehadeta lehengên mîna rêheval Şehîd Dilgeş ê xwedî ezmûn, ji bo gelê me û tevgera me windahiyeke emzin e. Bîranîna şehîdên çalakiya Cudalê, wê bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hilanîna tola Şengalê û rizgariya Şengalê were jiyîn.

Îro li Şengalê, gelê me bi welatparêzî û fedekariyeke mezin, li gel hemû zor û zehmetiyan ji Şengalê dernakeve, li cem hêzên berxwedanê cih digire û helwesta tevlîbûna li berxwedanê nîşan dide. Mayîna gelê me li Şengalê û bi awayekî meşandina vê berxwedanê, bêguman gelekî bi qîmet û watedar e. Lewma weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ji bo parastina gelê Şengalê yê welatparêz-fedekar, em bi biryar in ku hemû wezîfeyên dikevin ser milê xwe bicih bînin.

Bersiva li fedekariyên gelê Şengalê yê bi qîmet û meşandina têkoşîna berxwedanê, bêguman li pêşiya hemû hêzên azadîxwaziya Şengalê weke wezîfeyeke girîng disekine. Bicihanîna vê wezîfeyê jî, ancax bi meşa di rêya milîtanên fedaî yên mîna Dilgeş, Genco û Armanc dibe û bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê pêkane. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hêzê çekdar-welatparêz ên li Şengalê dikin, ku li dora berxwedana Şengalê bicivin, bibin yek û têkoşînê bilind bikin."