Nobeta li dijî desteserkirinê di roja 73’yan de berdewam dike

Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam dike.

Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî "Colemêrg ya me ye" û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" hatin vekirin. Gelek caran bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Hevseroka berê ya Sultangazî ya DEM Partiyê Zubeyde Înce di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên zext û zordariyê ya desthilata AKP-MHP'ê hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser gelên Tirkiyeyê dimeşîne. Înce, wiha axivî: “Li vî welatî êrîş heye. Rojnamevan tên qetilkirin. Bi hezaran kes tevî ku tu sûcê wan tine ye di girtîgehan de tên girtin. Ji ber ku li vî welatî êrîş, binçavkirin, girtin û komkujî hene. Em 73 roj in li vir di çalakiyê de ne.”

Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê yê Avcilarê Emrah Îlarslan jî wiha axivî: “Îro vîna gel tê desteserkirin. Mirov diqîrin. Divê êdî ev yek bê çareserkirin.”