Nobeta li dijî desteserkirinê di roja 28'emîn de berdewam dike

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê ku dane destpêkirin, di roja 28'emîn de berdewam kir.

LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ ÇALAKIYA NOBETÊ

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî desteserkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê ku dane destpêkirin, di roja 28'emîn de berdewam kir. Çalakiyê li cihê xwe yê her roj Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûyê berdewam kir. Îro jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên li dijî qeyûm hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gazîosmanpaşayê Kamîl Toprak axivî û got: "Em ê li dijî feraseta qeyûman li ber xwe bidin. Em ê gavek jî bi paşve neavêjin. Em ê têbikoşin."

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyubê Selahattîn Hallî jî axivî û destnîşan kir ku qeyûm neqebûlkirina vîna gelê Kurd e.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Engîn Gulaser jî axivî û destnîşan kir ku wê gelê Kurd li dijî qeyûmên desthilatdariyê serê xwe netewîne û vîna xwe teslîmî wan nake.