Çalakiya nobetê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hezîranê ve hatiye destpêkirin di roja 150emîn de ye.
Nobeta azadiya ya ku ji 25ê hezîranê ve hatiye destpêkirin ji aliyê komên pênç kesî ve berdewam dike. Vê hefteyê nobet ji aliyê koma 5 kesî ya ji bajarê Almanya Ulmê hatibûn ve dewr hate girtin.
Çalakgeran, bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitî û demokratîk û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hewlbidin.
Çalakgeran bal kişand ser greva bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî û bal kişandin ku muxatabê pirsgirêka Ocalan e.