Nobeta Azadiya Ocalan di hefteya 51’mîn de ye

Nobeta Azadiya Ocalan di hefteya 51’mîn de ye

Çalakiya nobetê ya bêdem ku li bajarê Strasbourg yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, 350 roj li pey xwe hişt. Çalakiya ku kete heftiya 51’an koma ku ji bajarên Arnheim û Eindhoven yên Hollandayê hatin dewir girtin.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê hatî destpêkirin, kêm maye sala xwe temam bike. Nobeta ku bi şeklê komî berdewam dike, vê hefteya koma ku ji bajarên Arnheim û Eindhoven yên Hollandayê hatin dewir girt.

Ji koma nû çalakvan Yezda Kajîn agahî dan ANF’ê û diyarkir ku, ji roja Yekşemê ku dest bi çalakiyê kirin gelek danezan belavkirin û pir îmze komkirine. Yezda Kajîn aşkera kir ku, bi taybet ji turistên tên bajar eleqeyekî mezin dibînin, her wiha li rexmî şertên nebaş yên hewayê û pirsgirêkên ziman jî, çalakiya wan baş derbaz dibe. Kajîn anî ziman ku, bi dirêjahiya nobetê têkildarî kampanyayê danezanên bizmanê Îngilîzî, Almanî û Fransî belavkirine.

‘PÊWÎSTE JIN Û CIWAN HÎN ZÊDETIR AKTÎV TEVLÎ BIBIN’

Yezda Kajîn dide diyarkirin ku, di roja me ya îro ku em gihanê de kampanyayekî bi vî awayî pir girînge û bibîrxist ku beriya wana 50 kom xwedî li vê çalakiyê derketine. Kajîn bilêv kir ku, di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de azadiya Ocalan pir girînge û di serî de bang li gelê Kurd û bitaybet li jin û ciwana kir ku pêwîste xwedî li vê çalakiyê derbikevin û tevlî bibin. Kajîn xwest ku, pêwîste bitaybet jin û ciwanên li Ewropayê jiyan dikin, di derbarê kampanyayê de Ewropiyên derdora xwe agahdar bikin.

Çalakvanê binavê Mehmet Batman ku ji Eindhovenê tevlî çalakiyê bû jî rexnekir ku, ji Tîrmahe 2011’an ve destûr nadin parêzer hevdîtinê bi Ocalan re pêkbînin û xwest dawî li tecrîdê were. Batman destnîşan kir ku, êdî tecrîda li ser Ocalan nayê pejirandin pêwîste azad be.

Çalakvanek din yê binavê Sebahedîn Memîş jî balkişande ser ku, pêvajoya muzakereyan berpirsyartiyên nû xistine ser milê gelê Kurd  û anî ziman ku, pêwîste her kes ‘şev û roj’ piştgiriyê bide kampanyayê.

Çalakvanek din yê binavê Alex Demanî jî anî ziman ku, ew ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûye û destnîşan kir ku, ji bo ev çalakî bigehe armanca xwe pêwîste hemû Kurd bi awayek aktîf bixebitin.

51 HEFTEYE BÊNAVBER DIDOME

Çalakiya nobetê ku 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî destpêkir,  her hefte bi tevlîbûna komên 4 û 7 kesî berdewam dike. Di çalakiya nobetê ya ku nûnerên gel û saziyên çar aliyên Ewropayê tevlîbûn, heya niha bi hezaran îmze hatine komkirin. Beriya vê hunermendên Kurd, nûnerên saziyên baweriyan û rojnamevan tevlî çalakiya nobetê bûn. Çav lê ye ku roja Yekşemê komek din çalakiya nobeta azadiya Ocalan dewir bigire, komîteya amadekar da diyarkirin ku, heta çalakî encam bigire ew dê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiya nobetê hefteya borî komek ji bajarê Amsterdam ya Hollandayê dewir girtibû û di nav komê de destek Kurdan yê Hollandî jî hebû.