Nobeda hevparên KCDK-E’yê ya ji bo Ocalan di roja 6’an de ye

Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa roja 5’an a nobeda ji Ocalan re azadî li pey xwe hişt, raman û têkoşîna Ocalan vedibêjin.

Nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) a li bajarê Strasboûrgê hatibû lidarxistin roja Yekşemê PYD’ê dewirgirtibû. Ji roja Yekşemê û vir ve jî hevserokên saziyên di bin sêwan Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) tevlî nobedê bûn.

Nûnerên saziyan di roja 5’an a çalakiyê de bi awayekî aktîf ji bo azadiya Ocalan agahî parvekirin, gelek belavok belavkirin. Çalakvanan di tevahiya rojê de derfetê rû bi rû yê hevdîtinê bi welatiyan re dîtin û têkoşîna Ocalan vegotin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji Fransa, Elmanya û Swîsreyê hatibûn serdana hevparên KCDK-E’yê kirin.

Di civînên li qada çalakiyê hatin kirin de çalakvanan têkildarî bûyerên dawî yên li Kurdistanê û berxwedana li dijî faşîzam AKP’ê nirxandin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan çalakî û tiştên bê kirin jî hatin nirxandin.

KARTAL: BÊ SEROK JIYAN NABE

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî cihê xwe di çalakiyê de kir û diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd pir girîng e. Kartal bibîr xist ku hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi sirûda ‘Bê Serok jiyan nabe’ tevger dikin.

DIKEVE SALA 7’AN

Heta niha di çalakiya nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ku 6 sal li peyxwe hişt ku dikeve sala 7’an 314 kom tevlî çalakiyê bûne. Her wiha nêzî 200 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne. Her wiha hunermend, siyasetmedar, xebatkarên çapemeniyê û dostên Kurd ên Ewropî jî cihê xwe di çalakiyê de girtine.