Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 387'an de ye

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdan e vê hefteyê bi komeke nû didome.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê pêk tê di hefteya 387'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê çar Kurdistaniyên ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ne. Seyfettîn Guner, Awaz Daray, Sûltan Ateş û Vesiye Tîkel wê tevahiya hefteyê belavokan belav bikin û der barê jiyan û têkoşîna Ocalan agahiyê bi raya giştî re parve bikin.

Di daxuyaniya koma çalakger de hate destnîşankirin ku çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan wê bi biryardarî bidome. Çalakgeran diyar kirin ku li gel hewa sar jî wê ji azadiya Ocalan ti carî tawîzê nedin û destnîşan kirin ku di serî de berxwedana Rojava berxwedana li her devera Kurdistanê ji bo wan hêze.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdan û hêzên pêşverû hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û hişyarî hate kirin ku eger dereng bimînin wê ji bo gelan encamên giran rû bidin.

Çalakî her hefte ji aliyê komeke ji bajarekî cuda yê Ewropayê tê meşandin. Çalakiya ku heft sal û nîv li pey xwe hişt çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdane.